Li Amedê êrîşên li hember Başurê Kurdistanê hatin protestokirin

  • 19:35 17 Tîrmeh 2024
  • Rojane
AMED - DBP, TJA û DEM Partiyê li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û destnîşan kirin ku PDK şirîkatiya şerê li dijî kurdan dike û ev êriş li pêşiya statûya kurdan asteng in. Saziyan da zanîn ku ew li dijî êrişên Tirkiyeyê ne û siyaseta PDK'ê dûrî berjewendiyên kurdan e û rewşa PDK'ê têde ye wek "xiyanetê" pênase dikin. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê yên li ser başûrê Kurdistanê pêk tên şermezar kirin. Daxuyanî li Qada Şêx Seîd (Qada Deriyê Çiyê) ya Amedê hat lidarxistin. Nûnerên gelek sazî û rêxistinan beşdarî daxuyaniyê bûn. Tevî hemû astengî û gefa polîsan jî daxuyanî hat dayîn. Girseyê di nava dorpêça polîsan de daxuyanî da. 
 
 
Beriya daxuyaniyê Hevseroka DBP'a Amedê Sultan Yaray axivî û dorpêça polîsan şermazar kir. Yaray bal kişand ser êrişên li dijî başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku divê gelê kurd li dijî êrişan bibe yek û li ber êrişan rabe. 
 
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç metna daxuyaniyê xwend. 
 
Mehmet destnîn kir ku  desthilatdariya Îktidara AKP-MHP'ê ji sala 2018'an ve ye bênavber qirkirina li ser Gelê Kurd didomîne û wiha pêde çû: “Em dibînin ku Suleyman Soylûyê ku wek pêlîstoka vê îktidarê ya şerê taybet kar dike û Hakan Fîdanê ku wek şerhezekî ji bo rê li ber şer veke çend kesan dişîne welatên cîran û hewl dide 8 fuzeyan bavêje, di mijara qirkirina Gelê Kurd de xwedî roleke mezin in. Tirkiye ku taşerontiya polîtîka û stratejiyên NATO'yê yên li ser şerê Rojhilata Navîn digire ser xwe, ji 30 salî zêdetir e ku herêma kurdan kiriye çemê xwînê. 10 salên dawîn jî serkêşiya vê taşerontiyê rasterast li ser Hakan Fîdan bi rê ve dibin.”
 
‘Hevkariya şer dikin’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Piştî ku Fîdan bû Serokê Karên Derve, zêdetir lez dan qirkirina li ser Gelê Kurd û qada wê ya sîyasî berfirehtir kirin. Xala dawîn a vê qirkirinê jî, şirîkatiya şer a bi rêveberiya başûrê Kurdistanê re ye ku ev şirîkatî ji salên 90'î ve dest pê dike. Bi taybetî Zaxo, Barzan, Dihok, Amêdiye û Hewlêra ku wek Başûra Mezin tê zanîn bi salan e di bin destê Tirkiyê de ye. ji zû ve haya me ji ve yekê hebû, me wan deman pêşiya xwe didît û me di vê çarçoveyê de hişyariyên xwe yên pêwist kiribû; me ragihandibû ku eger hebûna îstîxbarat û leşkerên Tirkiyeyê ya li Başûra Mezin mayinde be ev risk e û ew ê encamên wê jî gelekî giran bin.Îro rewşa heyî, mixabin endîşe û wesweseyên me yên di vî warî de piştrast dike.”
 
Êrîş li pêşiya statuya Kurdan astengiye 
 
Her wiha hat diyarkirin ku êrişên  ên li ser başûrê Kurdistanê di serî de bi giştî ji bo çareserkirina pirsgrêka statuya Kurdistanê ya demokratik astengiyek mezin e û wiha hat vegotin: “Ev êriş di heman demê de hişmendiya utopyaya neo-osmanî ye ku Kerkûk û Mûsilê jî dihundirîne. Lê em ji çarçoveya êrişan jî fêm dikin ku Başûra Mezin jî bûye perçeyek ji Misak-î Millî'yê. Rêveberiya sîyasî ya vî perçeyî, aktorê sereke yê van êrişan e. Êriş û amadekariyên ku vê dawiyê hatin kirin, valakirina gundan, koçberkirina sivîlan û di nav sînorên Iraqê de kontrolkirin nasnameyan van polîtîkayan piştrast dike.”
 
Em li dijî lîstikên Tirkiyeyê ne 
 
Mehmet da zanîn ku Tirkiye dixwaze ku, êriş û polîtîkayên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê bi nîqaşên sedsala nû bi aliyê xwe ve bikşîne û wiha bi lêv kir: “Ji ber vê yekê hem Hikûmet Navendî ya Iraqê, hem Rêveberiya Kurdistana Başûr hem gelên ku li vir dijîn manîpule dike û li gor xwe bahaneyek xurt derdixe pêş. Gotegot û axaftinên ku dema Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirin, digotin niha heman tiştî ji bo rewşa Kurdistana Başûr a heyî jî dikin. Çawa ku dema Tirkiye Rojava dagirkir em li hember rêveberiya defacto sekinîn îro jî em dixwazin bibêjin ku em li hemberî kirinên li başûrê Kurdistanê jî disekinin û em dûbare dikin ku em ê dev ji vê têkoşînê bernedin.Tirkiye hewl dide ku siyaseta dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê bi awayekî mayînde berdewam bike, em dibînin ku di heman demê de vê yekê bi piştgiriya dînamîkên herêmê dike. Îlhaqkirina Tirkiyeye ya Başûrê Kurdistanê ku li hin herêman baregehên leşkerî ava dike, nasnameyan kontrol dike û organîzekirina fealiyetên prowakatîf ên weke êgir, heger mirov bifikire ku bêyî desthilatdariya PDK'yê ye, wê bibe nêzîkahiyeke xweşbînî. PDK bûye hêza birêxistinkirina pêvajoyeke ku nikare hesabê wê bide gelê Kurd. Axa Başûrê Kurdistanê ku bi berdêlên mezin hatiye bidestxistin, ji bo berjewendiyên biçûk, hatiye telefkirin. Ev siyaseta PDK'yê ya paşverû ku dûrî berjewendiyên Kurdan ên demokratîk e, wê tu carî hemberekî wê ya civakî tune be.”
 
PDK xiyanetê dike
 
Mehmet daxuyakirin ku Gelê Kurdistanê, yên ku axa Kurdistanê ji bo dagirkeran vedike, ne weke welatparêz, weke hevkarên dagirkeran ên herêmî bi bîr bîne. Di berdewamiyê de ev tişt hatin gotin: “ Teqez weke sala 2014'yan dema DAIŞ'ê êrişî Kurdên Êzîdî kir, hêzên herêmê ji aliyê desthilatdariya herêmî ve, bi jenosîdekê re rûbirû hatin hiştin. Wê rojê dagirkeriya DAIŞê ku heta Beriya Mûsilê hatin, bi berxwedana yekîneyên herêmê hatin şikandin, îro bi polîtîkayên navnetewî ya NATO û hevkarên herêmê li Başûrê Kurdistan di unîformayên TSK de derdikevin holê. nêzîkahiya ku ne Tirkî, ne jî PDK, desthilatdariya Rojava ya Xweser nas nake, îro bi dagirkirina Kurdistanê, encamê siyaseteke çawa ye, bi hemû Kurdan dide îspatkirin.Îro ew dem e ku bi awayekî rastîn were pênasekirin û tekoşîn were kirin. Rewşa ku PDK tê de ye, bi wateya rastîn, îxanet e. Bûyina li cem aqilekî ku destkeftiyên gelê Kurd bi kedeke mezin û berxwedaneke bêhempa stendiye, ji bilî îxanetê tu pênaseyên din tune ye.”
 
‘Wê mahkumê tunebûnê bibin’
 
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Li vir, banga me ji bo dagirkerên Tirkiye û PDK'ya ku nikare xwe ji psîkolojiya mêtingeriyê ya polîtîze bûye; Wê têkoşîna gelê kurd a bi rûmet tu carî neke destekî tenê. Wê sekna kolektîf, birêxistin û polîtîk tu caran bi şûn de nekeve. Wê ev têkoşîn nekeve bandora malbatekê yan jî siyaseta hêza navendî. Weke her dem, îro jî li ser berjewendiyên gel û nirxên bingehîn bimeşe. Lê kesên hewl didin ku vê tekoşîna birûmet hilweşînin û ji armanca wê bidûr bixin û bêqîmet bikin, wê li hemberî edaleta dîrokî mahkûmê tunebûnê bibin."