Li gorî Tirkiyeyê tecrîd tuneye, qedexe heye!

  • 19:05 17 Tîrmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Raportora Taybet a NY’yê ya li Dijî Êşkenceyê Maeda Naoko der barê tecrîda li Îmraliyê de pirs ji şandeya Tirkiyeyê kir. Şandeya Tirkiyeyê ya  ku nikarîbû bersiva hiqûqî bide got, “Tecrîd tuneye, qedexe heye.”
 
Rûniştinên 80’emîn ên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Palaîs de Wîlson a Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî dest pê kir, dewam dike. Di çarçoveya rûniştinan de binpêkirinên mafên mirovan ên îro li Tirkiyeyê diqewimin, hatin nîqaşkirin. Raportorên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê, nûnerên saziyên sivîl ên raporên li ser Tirkiyeyê pêşkêş kirin û şandeya Tirkiyeyê beşdarî rûniştinan dibin.
 
Raportorên Taybet ên Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê di axaftinên xwe de bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan bi taybetî li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê. Raportora Taybet Maeda Naoko axivî û di pêşkêşiya xwe de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand.
 
Tirkiyeyê bersivên bêbingeh da
 
Di beşa piştî nîvro de li ser navê şandeya Tirkiyeyê Alîkarê Midûrê Giştî yê Ceza û Girtîgehan a Wezareta Edaletê Fatîh Gungor axivî û têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pirsên raportorên taybet bersivand.
 
Fathît Gungor îdia kir ku pîvanên girtîgehên Tirkiyeyê li gorî peymanên navneteweyî ne û got ku berevajî raporên gelek saziyên sivîl, li girtîgehan rejîmek tecrîdê nîne.
 
Fatîh li ser pirsa der barê tecrîda Îmraliyê de bi kurtasî bersiv da û her çiqasî pêkanîna taybet a li hemberî Îmraliyê qebûl nekir jî di parastina xwe de tecrîda Îmraliyê qebûl kir.
 
Fatîh di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gorî xala 125'an a Qanûna Ceza ya Tirk ji aliyê Dadgehên Ewlekariya Taybet ên Dewletê ve tê darizandin û  cezayên dîsîplînê û qedexeya hevdîtina parêzeran parast.
 
Fatîh hewl da ji tecrîda li Îmraliyê kiraseke qanûnî bibîne û wiha domand: “Îro Abdullah Ocalan tevî 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê cezayên xwe dikşînin. Kesên ku li gorî qanûnê tevnegerin, dibe ku ji aliyê Lijneya Şopandina Îdareya Girtîgehê ve rastî gelek cezayan bên. Hin sûcên ku di girtîgehê de hatine kirin dibe ku bibe sedema qedexeya hevdîtinê. Cezayên dîsîplînê li ser milê Lijneya Disîplînê ya Girtîgehê ye. Piştî ku biryar hat girtin, girtî tê agahdarkirin û dikare serî li Dadgerê Înfazê bide. Dikare mijar bibe dadgehek peywirdar. Li gorî vê yekê hevdîtinên malbatên girtiyên li Îmraliyê 3 meh in hatin rawestandin. Ji ber vê yekê di vê heyamê de hevdîtina xizmên wan qedexe ye. Li dijî vê biryara ku di Nîsana 2024’an de bi encam bû û ket meriyetê ti îtîraz û gilî nehatine kirin.Bi biryara dadgehê di Gulana 2024’an de hevdîtinên parêzeran 6 meh hatin rawestandin. Li dijî vê biryarê îtîraz hat kirin, lê îtîraz di Hezîrana 2024'an de hat redkirin û biryar hat erêkirin.”
 
Rûniştinên 80’emîn ên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî wê di 26'ê Tîrmehê de bi dawî bibe. Bername wê sibê bi rûniştina Tirkiyeyê dewam bike.