Hevşaredar bi jinan re kom bûn

  • 14:07 17 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
AMED  - Hevşaredara bajarê Mezin ya Amedê Serra Bucak û hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol bi jinan re hatin ba hev û der barê xebatên bidin meşandin de guh dan daxwazên jinan.
 
Hevşaredara bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, endamên meclîsa jinan, sekretera giştî ya Şaredariya bajarê mezin ya Aemdê Zerîn Turk, seroka daîreya xizmeta malbat û jinan Ozden Gurbuz li Mardîn Kapi bi jinan re hatin ba hev.
 
Pêdiviya me bi fikrên we heye
 
Di hevdînina li Navneda Jiyanç ya Jinan ya Mardîn Kapî de hejmarek zêde jin bejdar bûn. Di hevdîtînê de hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol axivî û diyarkir ku ev 8 sale rû bi rûyî texrîbata qeyûmin, ev texrîbat belavî jin û hemû bajar bûye. Ji ber vê yekê pêwîstî bi xebatên bi hêz heye û wiha got: “Ji ber wê yekê em ji bo daxwazên we li vêderêne, jin ji bo xwe çi dixwazin? Şaredarî dikarin çibikin? Ji bo em vana hemû bi hevre rûnin û bi axivin em hatin. Hê zêdetir em dixwazin guh bidin we. Pêwîstiya me bi fikir, rexne û piştevaniya we heye.”
 
Jinan daxwazên xwe anîn ziman
 
Ji jinên bejdarî hevdîtinê bûne, xwestin hejmara dewreyên perwerdê yên ku li Navenda Jiyanê ya Jinan zêde bibin. Jinan bal kişandin ser pirsgirêkên ku li taxan jiyan dikin, derbarê çareserkirina pirsgirêkên weke çop, gihandin û bazarên taxê de daxwazên xwe anîn ziman. Jinan xwestin di nava malên ku lê jiya dikin de ‘licihê xwe vegerandin’ were pêkanîn. Xwestin ku li dijî bikaranîna madeyên hişber têkoşîn werin kirin.
 
Hevşaredaran daxwazên jinan yek bi yek not girtin, bi armanca pêkanîna daxwazên wan diyarkirin ku wê kapasîteya Navenda Jiyanê ya Jinan zêde bikin.