Aktîvîsta mafê mirovan a 92 salî vedibêje… Ne platon ne Arîsto

  • 09:08 17 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
Melek Avci
 
ENQERE- Xwediya Nîşana Împaratoriya Brîtanya Margaret Owes, çavkaniya îlhama têkoşîna xwe ya mafê mirovan wiha vegot: “Bi rastî jî ew teorîsyenekî siyasetê yê girîng ê dema me ye. Fikrên wî li ser min bandorek mezin kirine.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal e di bin tecrîda giran de tê girtin û fikrên wî li hemû cîhanê belav dibin.  Fikrên wî li Rojava zindî bûne, parêzvanên mafê mirovan û demokasiyê, li welatên xwe  li pirtûkxaneyan ji bo xwendinê li pirtûkên wî digerin; ne
 
Platon ne Arîsto.
 
Me yek pirsek pirsî û wê bi tecrubeyên sedsala 21’ê û sedsalên din vegotin: Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çi gotibû, çi vegotibû û niha çi bû, ya pêk hat çibû? 
 
Xwediya Nîşana Împaratoriya Brîtanyayê, parêzvana mafên mirovan parêzer Margaret Owen bi gotinên "Ne Platon, ne Arîsto, ne Konfuçyus, ne Musa, ne Îsa, ne Muhammed, ne Gandî, ne jî Mandela wek Abdullah Ocalan hîmê civak ademokratîk û adîlane ne fam kirine ne jî axivî ne." dest bi axaftina xwe dike.
 
Zanistê herî girîng
 
“Ji bo min divê nivîs, felsefe û vîzyona Birêz Abdullah Ocalan li cîhanê ji bo her lîderekî siyasî bibe dersa ferzkirî. Nivîsên wî yên girtîgehê, divê li her dibistan û zanîngehê di mufredatê de cih bigirin, her nivîseke wî di dersên dîrok, aborî, hiqûq, xebatên zayenda civakî û zanista siyasetê de referans bên nîşandan. Kengê û li ku derê bixwazin ez biaxivim, ez ji guhdarvanan ewil pirsa hûn Birêz Ocalan nas dikin an na dipirsim. Carna pir kêm kes destê xwe bilind dikin. Ez matmayî dimînim. Ji ber ku Abdullah Ocalan ji bo min zanistê herî girîng e.  Ger ku em bixwazin cîhana me bi ewle be divê em deng bidin dengî wî.
 
Çavkaniya îlhama tevgera jinan
 
Ne Platon, ne Arîsto, ne Konfuçyus, ne Musa, ne Îsa, ne Muhammed, ne Gandî, ne jî Mandela wek Abdullah Ocalan hîmê civak ademokratîk û adîlane ne fêm kirine ne jî axivîne. Di dîroka cîhanê de yekane  lîderê mêr yê ku dibêje 'Civ jin di navenda tunebin  azad û adîlane nabe' ye.  Çavkaniya îlhama li pişt tevgera Şoreşger a Jinên Kurd ew e. Di gelek pirtûkên wî de dîroka mirovahiyê 5 hezar sal berê tê dest girtin. Vê bandorek mezin li ser min kir. Bi kapîtalîzmê û baviksalariyê re dijminahiya li hember jinê ya derketiye holê vedibêje.
 
Ez ji welatê ku li dijî tecrîdê bêdeng dimîne bêzar bûme
 
Abdullah Ocalan 25 sal e li Îmraliyê girtî ye. Di şertên îşkenceyê de tê giritn. Ez ji bo azadiya vî kesî  heta ji destê min tê têdikoşim. Ez diparêzim. Ji ber helwesta CPT  û NY’ê ez şerm dikim. Bêdengiya Qiraltiya Yekbûyî û heta bêdengiya partiya Karkeran bi bêdengiyê jî sînor namînin û  çekan difroşin Erdogan û piştgiriyê dide Edogan. Ev ji vê nefret dikim.
 
Şer dijwar dibe
 
Hewcedariyek mezin pê heye ku cîhan guh bide dengê Ocalan. Modela civaka demokratîk, azad û adîlane a Abdullah Ocalan ji bo her welatê cîhanê dikare pêk bê û bi taybet jî  ji bo cîhana me ji rîskan xilas bibe divê pêk bê. Abdullah Ocalan her tim ji bo ekolojiyê bi fikar bû. Lê qirkirin her diçe tund dibe. Li rojava, li bakurê Iraqê  Sîncar ya axa Êzidiyan e di bin êrîşek dijwar de ye. Hêzên Erdogan kampên penaberan hedef digirin, çekên kîmyewî bi kar tînin. Tirkiye siyasetmedarên Kurd, jinan, aktîvîst, rojnameger û heta xwendekran digire û ceza dike. Ji ber darazek serbixwe tune ye, hêviya edeletê jî tune û parêzer Ocalan jî tê girtin.
 
Yê dirûşma ‘jin jiyan azadî’ dît Ocalan bû
 
Li her derê hewcedarî bi aştiyê heye. Ne tenê li Rojhilata Navîn. Jin barê vî şerê bi xof hildigirin. Abdullah Ocalan ji bo civaka demokratîk girîngiya rola jinê vedibêje. Dibêje 'jin çîna ewil, netw û koloniya ewil e’. Divê têkoşîna dijberê binpêkirinê bi azadî û rizgariya jinê dest pê bike. Yê dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ dît Abdullah Ocalan e.  Piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî dirûşme li hemû cîhanê belav bû.
 
Fikrên wî ji lîderên cîhanê re ders in
 
Ew bi rastî Jî teorîsyenê siyasetê yê rastîn yê dema me ye. Firkên wî bandorek mezin li ser min kirine. Li girtîgehê 13 pirtûk nivîsîn. Rexneyên wî yên li kapîtalîzm û dewletê pir zelal in. Civaka navneteweyî çima evqas bêdeng e?Ji bo azadiya wî em dikarin çi bikin? Ji xwe ev nebe aştî Jî ne pêkan e. Divê lîderên cîhanê ji fikrên wî dersê bigirin.”