9’emîn salvegera komkujiya Pirsûsê

  • 09:06 17 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Di ser komkujiya Pirûsê re ku 33 rêwiyên xeyalê hatin qetilkirin de 9 sal der bas bibe jî, têkoşîna wan ji aliyê hevalên wan ve tê meşandin. Yên ji bo darizandina gumanbaran têdikoşin, li aliyê din jî yên ku dixwazin  tarîtî bêdawî bimîne…
 
DAIŞ’ê êrişî Kobanê kiribû û di encama berxwedanek bi heybet de DAIŞ ji Kobanê hatibû paqijkirin. Piştevaniya bo Kobanê berdewam dikir. Komek ciwanên sosyalist-çepgir jî li navçeya Pirsûsê ya Rihayê kom bûn û xwestin biçin Kobanê û pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin. Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de ciwan li hewşa Navenda Çandê ya Amara kom bûbûn. DAIŞ’ê li dijî ciwanan êrişa xwekuj-terorê pêk anî. Di êrişê de 33 ciwan hatin qetilkirin. Gelek ciwan jî birîndar bûn. Tevî 9 sal ser komkujiyê de derbas bûye 33 ciwan her sal di 20’ê Tîrmehê de tên bibîranîn.
 
Roja komkujiyê
 
300 ciwan di 20'ê Tîrmeha 2015'an de bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin li Navenda Çandê ya Amarayê ya li Pirsûsa Rihayê kom bûn, DAIŞ'ê êrişeke bombeyî pêk anî. Di vê êrişa DAIŞ'ê de 33 ciwan hatin qetilkirin û 104 kes jî birîndar bûn. Komkujiya ku DAIŞ’ê girt ser xwe,  ji endamê çete Abdurrahman Alagoz bombeyên ser xwe teqandibû.
 
Nehiştin birîndarna bibin 
 
Beriya êrîşê li dora navenda çandê tu tedbîr nehatibû girtin, piştî êrîşê ekîbên hêza çevîk hatin ber navendê. Polîsan kolan ji trafîkê re girt û nehiştin ambulans bikevin hundr. Ji ber nehiştin birîndar bê girtin bîlanço giran bû.
 
Yên hatin qetilkirin
 
20  kes li cihê bûyerê, 10 kes li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dan. Kesên jiyana xwe ji dest dan wihane: Uuur Ozkan, Kasim Deprem, Polen Unlu, Hatîce Ezgî Sadet, Cemil Yildiz, Çagdaş Aydin, Nazli Akyurek, Fîkriye Ece Dînç, Mucahit Erol, Murat Yurtgul, Emrullah Akhamur, Îsmet Şeker, Okan Pîrînç, Nartan Kiliç, Ferdane Kiliç, Serhat Devrîm, Met Alî Barutçu, Erdal Bozkurt, Suleyman Aksu, Koray Çapoglu, Cebraîl Gunebakan, Veysel Ozdemîr, Nazegul Boyraz, Alper Sapan, Alîcan Vural, Osman Çîçek, Vatan Budak, Dîlek Bozkurt, Buşra Mete, Yunus Emre Şen, Aydan Ezgi Şalci, Mehmet Ali Varol, Mert Comert.
 
Gumanbar kîne?
 
Qeymeqamê pirsûsê Abdullah Çîftçî got gumanbarê komkujiyê jineke. Lê rojek şûnde di encama DNA’yê de derket holê ku  Abdurrahman Alagoz yê 20 salî yê DAIŞ’î ye. Di êrîşê de gumanbarekî din derket holê. Piştî êrîşê derket holê ku Abdurrahman Alagoz bi Yunus Emre Alagoz re  6 mehe windaye, abavê wna du meh berê ji bo her du kurê xwe îxbar kiriye. Birayê gumanbar Yunus Emre Alagoş 3 meh şûnde 10’ê cotmehê de komkuiya Garê ya Enqereyê pêk anî. 
 
Çalakiyên protestoyî
 
Piştî komkujiya Pirûsê  gelên Kurdistan û Tirkiyeyê daketin qadan û bertek nîşanê DAIŞ û kesê piştgirî dane wan dan. Destilatdariyê jî li şûnda DAIŞ’ê bide sekinandin, tevgera Kurd û kesên bertek nîşan didan hedef girt û DAIŞ parast.
 
Pêvajoya darazê
 
Yekemîn runiştina dozê 5’ê gulan a2017’an de li Kampusa Girtîgeha Hîlwanê ji aliyê 5’emîn dadgeha ceza giran a Rihayê ve hat dîtin. Runiştina biryarê jî di 22’ê cotmeha 2021’ê d ehat dîtin. Li gumanbar Yakup Şahîn 34 caran cezayê muebeta giran hat birîn û dosya hat giritn. Darizandina gumanbarên fîrarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Bali didome.
 
Ahmet Davutoglu ku ji bo DAIŞ’ê gotibû ‘komek ciwanên bi hêrs’ piştî ji AKP’ê veqetiya, pêvajoya hilbijartinê ya 7’ê hezîran û 1’ê mijdarê nîşan da û daxuyaniya ‘Yên îro di mijara têkoşîna bi terorê re me rexne dikin, mijarên berê vebibin wê nikaribin derkevin nav mirovan’ kir û balkişandibû ser dema komkujî pêk hatine.
 
Heyeta dadgehê her tim gumanbar wek ‘gumanbarên fîrarî’ bi nav kir. Parêzer Sezîn Uçar der barê mijarê de gotibû divê têkiliyên navbera Şam û Enqereyê de bên rastkirin. Merciyên darazê di her derfetê de xwestin komkujiya di tarîtiyê de bihêlin. 
 
Her 20’ê mehê tên bibîranîn
 
Kesên di komkujiya Pirsûsê de hatin qetilkirin, ji wê rojê heta niha her 20’ê mehê tên bibîranîn. Îcarê biîranîn wê di 108’emîn meha salvegera komkujiyê de bê kirin. Têkoşîna ciwanên çepgir di jiyakirina 33 rêwiyên xeyalê de bi biryare.