'5 hezar TL dê zerara madî dabin neke'

  • 09:02 17 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Hevberdevka ÎMO ya Şaxa Amedê Bêrîvan Yaşar ku der barê pêvajoya şewata li navçeyên Çinar û Şemrexê de nirxandinan kir, diyar kir ku AFAD'ê dereng herêma şewatê weke qada felaketê îlan kir û diyar kir ku pereyê ji bo zerara madî hatiye dayîn, dê têrê neke.
 
Li navçeya Çinarê ya Amedê û Şemrexê ya Mêrdînê di 20’ê Hezîranê de şewat derketibû û gelek kes birîndar bûbûn û 15 kesan jî jiyana xwe ji dest dabûn. Di şewatê de bi deh hezaran donim erd bû xwelî û bi hezaran zindî jî mirin. Derbarê saziya berpirsyar a şewatê DEDAŞ’ê berpirsyariya wê qebûl nekiriye tu lêpirsîn nehat destpêkirin,  Her wiha Serokatiya Saziya Felaket û Ragihandina Rewşa Lezgîn (AFAD) piştî şewatê 18 roj şûnde herêm wekî "herêma felaketê" îlan kir. AFAD' ê ji bo zirara madî 3 milyon TL şand Amedê û 2 milyon TL jî ji Merdînê re şand. Her wiha Serokomariyê jî 50 mîlyon TL ji bo zerarê şandin.
 
Berdevka Odeya Endezyarên Înşaetê (IMO) ya Şaxa Amedê Bêrîvan Yaşar, têkildarî pêvajoya şewatê û rewşa piştî wê nirxandin kir.
 
Bibîrxistina 'Helîkopterê'
 
Bêrîvan a ku bi bîranîna şeva şewatê dest bi axaftina xwe kir, diyar kir ku welatiyan bi derfetên xwe hewl dan mudaxele bikin. Berîvan amaje bi wê yekê kir ku tevî bangewaziyên lezgîn jî helîkopter nehatine û wiha got: “Tevî ku şewat li tevahiya şevê berdewam kir jî saziyên rayedar, walîtî  jî di nav de, li herêmê xebatên vemirandinê nehatin kirin. Bi wesayîtên ku ji şaredariyên Amed û Merdînê û şaredariyên herêmê dihatin, hewl hat dayîn ku şewat bê vemirandin. Lê belê ji ber firehiya herêmê û belavbûna şewatê van amûran jî têrê nekir. Pêwîst bû ji bo vemirandinê amûrên hewayî bihata bikaranîn. Lê ev wesayît ber bi herêmê ve nehatin şandin û piştre daxuyaniyên trajîkomîk hatin dayîn ku ev wesayît dîtina wan a şevê  nebûye."
 
'Tu sazî, walîtî jî di nav de ne li qadan bûn'
 
Bêrîvanê der barê helwesta saziyan a di pêvajoyê de agahî da û got, “Tu saziyên rayedar, Walî jî di nav de ne li qadan bûn. Diviyabû hemû sazî seferber bibûna, lê şaredariyan bi derfetên xwe yên kêm hewl dan agir vemirînin. Helbet ev yek jî bû sedem ku agir bi derengî bê vemirandin, kesên ku hewl dan bi derfetên xwe vî agirî  vemirînin jiyana xwe ji dest dan û sewal jî şewitîn û mirin û bi giranî birîndar bûn. Xelkê ku li herêmê dijîn, kesên ku di dema şewatê nehatin gel wan,  piştî şewatê nehiştin bikevin malên wan û bên şîna wan."
 
'Vê carê bila tişta pêwist bê kirin'
 
Berîvanê, anî ziman ku DEDAŞ'ê sedema şewatê diyar nekir û rasterast diyar kir ku agir ji ber şewata pirêzeyan derketiye û ragihand ku DEDAŞ di vê helwesta xwe de israr dike. Berîvanê anî ziman ku berê DEDAŞ'ê li herêmên bi vî rengî ceryan sînordar kiribû û li qezencê digeriya û got, "Ji ber ku rewş û metirsiya sdîrekên ceyranê bi rêya çapemeniyê belav bû, neçar man ku li xwe mikur bên ku sedema eslî DEDAŞ e, lê helbet tevî vê jî hîna lêpirsînek nehatiye destpêkirin. Mixabin ev rewş me şaş nake. Ji ber ku di van salên dawî de DEDAŞ'ê li şûna ku hewcedariyên herêmê yn ceyranê dabîn bike, serî li pêkanînên ku jiyanê zahmet bike dide, polîtîkayên ku jiyana rojane bi qutkirina ceryanê sînordar dike û bi taybetî ceryanê nade gundiyan. Tevahiya rojê û tenê êvarê 2-3 saetan ceryanê dide. Tevî ku gelek daxuyanî û çalakî hatin kirin jî tu pêvajo pêk nehat û di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da û xwezaya me jî zirareke mezin dît.  Ji ber vê yekê em bang li rayedaran dikin ku pêvajoyên pêwîst pêk bînin bêyî ku vê carê tiştên ku hatine kirin paşguh bikin.”
 
'Şewitîna lûleyên avdanê jî nîşan dide ku sedem ne pirêze ne'
 
Berîvanê der barê lêkolînên xwe yên piştî şewatê de ev tişt anî ziman: “Tevî ku di destpêkê de dihat gotin ku şewat ji ber pirêzeyan derketiye jî, ji ber ku hîna çinîna berhema dest pê nekiribû, me texmîn kir ku sede ne pirêze ne. Ji ber vê yekê me komeke xebatê ya ku piranî ji hevalên endezyarên  ceryanê pêk dihat ava kir û li qadê lêkolîn kirin. Di encama van lêkolînan de me wek TMMOB Amed ÎKK raporek amade kir. Weke ku me li wir jî behs kir, ji şewitandina serê berheman jî diyar bû ku hîna gelek berhem nehatine çinîn.  Dîsa ji ber ku pergalên avdanê hê jî li ser erdê bûn û lûleyên avdanê jî şewitîn, vê jî nîşan da ku şewat ne ji ber pirêzeyan e. Me rewşên wekî nebûna xêz û stûnên elektrîkê li herêmê, hebûna stûnên elektrîkê yên ketî, nebûna lênihêrînê di xetên veguheztinê de û nebûna tedbîrên pêşîlêgirtina agir li derdora stûnan tespît kir. Em ê bi herêma ku şewat lê pêk hat re di nava di nava piştevaniyê de bin. Pêdiviyên kesên li wir dijîn wê bên tesbîtkirin û em ê hewl bidin ku bi saziyên ku em bi wan re têkildarin re wan bi cih bînin."
 
'Divê pêkanînên DEDAŞ'ê bên rawestandin'
 
Bêrîvanê  têkildarî daxwazên xwe yên ji saziyên pêwendîdar ên têkildarî qadên şewatê de wiha got: “Lêkolînên derûnî-civakî yên li ser herêmê, xebatên ku ji gelên li wir dijîn re bibe alîkar ku tiştên ku hatine jiyîn debas bibin  divê bên kirin.  Dûre divê pêkanînên DEDAŞ'ê yên ku li herêmê dibin sedema qeteriy divê bên bidawîkirin. Em behsa dîrekên ceyranê dikin ku 37 sal in bê tamîr tên bikaranîn. Welatiyên herêmê dibêjin ku gelek caran serlêdan hatine kirin, lê tu mudaxele nayê kirin. Ev ne tenê li herêma ku şewat derketiye, divê li hemû qadên di bin kontrola DEDAŞ’ê de kontrol û tamîrên pêwîst bên kirin."
 
Ev biryar 18 roj piştî şewatê hat girtin'
 
Di dawiyê de Bêrîvan ragihand ku  divê AFAD'ê qada şewatê wekeherêma felaketê nîşan bide û alikariyên madî yên ji bo malbatên ku zerrara madî gihîştiye wan nirxand. Bêrîvanê, anî ziman ku AFAD'ê di ragihandina herêma felaketê de dereng maye û diyar kir ku pereyên ku ji bo alîkariya abor hatine diyarkirin dê têra zerara welatiyan nekiin û got, "Tevî hemû bangan jî ev biryar 18 roj piştî şewatê hate giritn. Bê guman, ev fon dê têrê nekin. Bi tevahî 5 mîlyon TL ku tê axaftin wê nikaribin zirara aborî ya li vir dabin bikin."