ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2024'AN

  • 09:00 17 Tîrmeh 2024
  • Rojev
 
* Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê Nêrgiz Bekir derbarê salvegera 12'emîn a Şoreşa Rojava de da zanîn jinên kurd bi têkoşîna xwe ji cîhanê re bûn mînak û got:"Jinên kurd xwedî li xwe û nasnemeya xwe derdikeve. Her wiha xala herî girîng ew e ku jinên kurd li dijî DAÎŞ'a ku ji bo hemû cîhanê xetereyek bû şerekî giran meşandin. Ev yek jî ji cîhanê re bû mînak. Loma em dikarin dîsa bêjin Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye." BI DÎMEN 
 
*Hevberdevka ÎMO ya Şaxa Amedê Bêrîvan Yaşar ku der barê pêvajoya şewata li navçeyên Çinar û Şemrexê de nirxandinan kir, diyar kir ku AFAD'ê dereng herêma şewatê weke qada felaketê îlan kir û diyar kir ku pereyê ji bo zerara madî hatiye dayîn, dê têrê neke. DİMEN HEYE
 
*Xwediya Nîşana Împaratoriya Brîtanya Margaret Owes, çavkaniya îlhama têkoşîna xwe ya mafê mirovan wiha vegot: “Bi rastî jî ew teorîsyenekî siyasetê yê girîng ê dema me ye. Fikrên wî li ser min bandorek mezin kirine.” DOSYA
 
*Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş diyar kir ku ji bo gel gelek projeyên wan hene û tevî bê derfetiyan xizmeta xwe didomînin. Sofyayê da zanîn ku yek ji xebata wan ya herî girîng ev e ku bi baroya Sêrtê re protokol îmze kirine û bi taybet wê ji bo jinan fêdeya wê mezin be. DÎMEN HEYE
 
*Di ser komkujiya Pirûsê re ku 33 rêwiyên xeyalê hatin qetilkirin de 9 sal der bas bibe jî, têkoşîna wan ji aliyê hevalên wan ve tê meşandin. Yên ji bo darizandina gumanbaran têdikoşin, li aliyê din jî yên ku dixwazin  tarîtî bêdawî bimîne…
 
* Siyasetmedara Kurd Feleknas Uca, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet a li herêma başûrê Kurdistanê û got: "Li hember vê dagirkirinê divê vîna jinan xûrtir be û derkevin qadan. Bila Îpek Er, bîne li ber çavên xwe. Bila li Colemêrgê tiştê ku hatî jiyîn bîne ber çavên xwe. Ji ber ve yekê divê jinên başûrî derkevin qadan." BI DÎMEN 
 
*Jinên li dijî xespkirina îradeyê ya li Colemêrgê tevli çalakiya nobetê bûn gotin: “Em ê li dijî pêkanînên dijdemokratîk bin. Em ê têkoşînê mezin bikin." BI DÎMEN