Kujerê Emîne Misto hat girtin

  • 18:25 16 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kujerê Emine Misto ya li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat girtin.
 
Di  10’ê Gulanê de li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê jina bi navê Emîne Misto kuştî li mala wê hatibû dîtin. Der barê bûyerê de lêkolîn dabû destpêkirin.
 
Di çarçoveya lêpisîna hatibû destpêkirin de  derket holê ku mêrê bi navê Bîlal ku cîranê mexdûrê ye, li xwe mikur hatiye ku ji bo diziyê ketiya mala mexdûrê û wê qetil kiriye.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kujer sewqî dageha giştî hate kirin da ku cezayê xwe bistîne.