Şaredariya Curnê Reş tabelayên kurdî daliqandin

  • 16:54 16 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
RIHA - DEM Partî ya Şaredariya Curnê Reş bi dest xist, bi avahiya şaredariyê ve û ketin û derketina navçeyê tabelayên kurdî daliqandin. 
 
Şaredariya Curnê Reş a Rihayê ku namzetên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên ku di 2’yê hezîranê de hatibûn dûbarekirin de bi ferqeke mezin bi dest xist, bi avahiya şaredariyê ve û ketin û derketina navçeyê tabelayên kurdî daliqandin. 
 
Bi avahiya xizmetê ya şaredariyê ve “Şaredariya Curnê Reş”, di ketina navçeyê de tabelaya “Hûn bi xêr hatin Curnê Reş” û di ketine de jî tabelaya “Oxir be” hate daliqandin.