Bi pêşangeh û şanoyê fermana 74’an hat bibîranîn

  • 16:26 16 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya çalakiyên bîranîna fermanê de li Şengalê sînevîzyonek hat nîşandan, pêşangehek hat vekirin û şanoyek derbarê fermanê de hat listîn. 
 
Qurbaniyên herî mezin ên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku jinên êzidî bûn, ji destpêka meha Tîrmehê ve dest bi kar û çalakiyên li dijî qirkirina jinê kirine û di vê çarçoveyê de li Borikê pêşengeha wêneyan a fermanê li parka Axîn hate vekirin û şanoyek bi boneya salvegera fermanê hate nîşandan.
 
Jinên Êzidî ji serê meha Tîrmehê ve xwe ji bo pêşwazîkirina salvegera 10’an a fermanê re amade dikin û bi vê mebestê wê gelek çalakiyan lidar bixin. Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Navenda Stiya Nexşa bi vê armancê li parka Axîn a Borikê bi çalakiyeke hevpar a hûnerî qurbaniyên fermana 74’an û şehîdên berxwedana Şengalê bibîr anîn.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 8’ê Adara 2024’an kampanyayek bi navê, ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ da destpêkirin, wê heya salvegera fermanê dirêj bike. Di vê çarçoveyê de heya niha bi hemahengiya li gel Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Navenda Çand û Hunerê ya Stîya Nexşa gelek çalakî lidarxistine.
 
Di çarçoveya çalakiya hevpar a jinan de pêşengehek ji wêneyên fermanê, ji şervan û gerîlayên jin, jinên piştre ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin hatin daliqandin.
 
Sînevîzyonek li ser fermanê û jin hate nîşandan û paşê Navenda Çand û Hunerê ya Stiya Nexşa şanoyek bi heman mebestê leyîstin.
 
Gelek jinên ciwan ên ji bo temaşekirinê hatibûn û tevlî çalakiyê bûn, bi pêşengeh, şano û sînevîzyonê hem xemgîn bûn hem jî careke din bîranînên wan zindîbû û hêrsa nû bû.