Li tenduristvanê pirsgirêka nexweşxaneyê kir rojev lêpirsîn vekirin

  • 13:24 16 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - Derbarê xebatkarê tenduristiyê Adnan Irmak de ku nexebitîna pergala sarkirinê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê kir rojev de, lêpirsîn hate destpêkirin. 
 
Derbarê endamê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Adnan Irmak de ku nexibitîna pergala sarkirinê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê kir rojev de, lêpirsîna îdarî hate destpêkirin. Xizmê nexweşekî ji ber pergala sarkirinê ya li unîteya lênêrîna awarte nedixebitî bi derfetên xwe vantîlator anî wir. Adnan jî wêneyê vê rewşê parvekiribû. Li ser vê yekê derbarê Adnan de lêpirsîn hate destpêkirin. Cihê peywîrê yê Adnan jî hate guhertin.