'Bi Şoreşa Rojava re eşqa xwegihanina azadiyê mezintir bû'

  • 09:02 16 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn-Şehbayê Ferîde Îbo da zanîn bi Şoreşa Rojava re herikandina jinan a nava tevgera azadiyê zêdetir bû û got: "Bi Şoreşa Rojava re bêtir eşqa xwegihandina azadiyê pêş ket. Jin bi geşbûna Şoreşa Rojava re her carê têkoşîna xwe ya xwegihandina azadiyê mezintir dike. Ev yek bû sedem ku jin di her war û qadê de cihê xwe bigire. "
 
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku ji bo kurdan bû hêviyek, di 19'ê Tîrmehê de dest pê kir. Ev şoreş li ser xeta sêyemîn xeta parastina gelan û wekheviya gelan meşiya. Ev jî ji bo gelê kurd bû fersendeke dîrokî. Ji ber ku di vê şoreşê de jinên kurd di hemû qadan de cihê xwe girtin û Gelê Kurd gihîştin asta ber bi azadiyê ve. Loma jî hemû dewletên hegemonîk û tenê berjewendiyên xwe difikirin, bi awayekî hovaneli dijî vê şoreşê derketin û dest dirêjî destkeftiyên jinên kurd û jinên ji pêkhateyên dinê kirin. Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê nasîn, ev şoreş ji bo jinên kurd û ji bo tevahî jinên Rojhilata Navîn bû sîwan.
 
Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn-Şehbayê Ferîde Îbo têkildarî 19'ê Tîrmehê Şoreşa Rojava da zanîn jinên kurd bi Şoreşa Rojava re têkoşîneke mezin bi dest xistin û ji jinên cîhanê re bûne mînak û got:"Têkoşîna jinên şoreşger derî li hezaran jinan vekir."
 
Beriya Şoreşa Rojava jinan nikaribûn bigotana 'na'
 
Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn-Şehbayê Ferîde Îbo bal kişand ser beriya Şoreşa Rojava û wiha got:" Beriya avabûna Şoreşa Rojava gelê kurd bi taybet jin di rewşek û jiyanek zehmet de dijiyan. Zagon ji hêla dewletên desthilatdar ve li ser wan hatibû ferzkirin. Jinan tenê zarok xwedî dikirin û karê malê dikirin. Jinan nikarîbû peyva 'na' bi lêv bikira yan bibêje ez vî karî nakim. Ji ber ku li gorî kevneşopiyên wê demê qedexe bû ku jin bibêje na. Divê li gor wê demê jinan hemî tişt bipejirandina, biryar tenê ya mêr û mezinê malbatê bû. Me wê demê digot koletî û bindestî qedera me ye. Ji ber ku em hatibûn helandin. Beriya Şoreşa Rojava di şexsê jinê de civak dihelandin."
 
'Têkoşîna jinên şoreşger derî li hezaran jinan vekir'
 
Ferîdeyê bal kişand ser avabûna tevgera azadiyê û wiha pê de çû:" Bi avabûna tevgera azadiyê û bi taybet cihgirtina jinan a di nava vê şoreşê de jin her tim bêtir nêzî azadiyê bûn. Bi têkoşîna jinên kurd ji bo jin ji koletiyê rizgar bibin derî li pêşiya hezaran jinan vebû. Gelek jinan ji bo azadiya xwe berê xwe ber bi refên azadiyê vekirin. Jinan li berxwe da, da ku sînorên koletiyê rakin û dawî lê bînin. Ev şoreş hêdî hêdî berfireh bû û artêşa jinê jî hat avakirin. Bi taybet di qada siyasî û leşkerî de jinan xwe pêş xistin. Hejmara jinên tevli nava refên têkoşerên azadiyê bûn zêde bû û şoreş her çû berfirehtir bû. Van jinan di qada Rêbertî de perwerdeyên xwe dîtin û wisa herikîn nava gel û bi vê re bandorek pir mezin li ser jinên civakê hat kirin, bi taybet jina kurd."
 
'Bi Şoreşa Rojava re eşqa xwegihanina azadiyê mezintir bû'
 
Ferîdeyê da zanîn bi mezinkirina Şoreşa Rojava re xwegihandina azadiyê jî nêztir dibe û wiha pê de çû:" Bi hebûna jinên şoreşger a di nava civakê de, bi çêkirina civînan a ji bo jinan hay bêtir ji raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan çêbû. Bêtir eşqa xwegihandina azadiyê pêş ket. Jin bi geşbûna Şoreşa Rojava re her carê têkoşîna xwe ya xwegihandina azadiyê mezintir dike. Ev yek bû sedem ku jin di her war û qadê de cihê xwe bigire. Bi Şoreşa Rojava re herikandina jinan a nava tevgera azadiyê zêdetir bû. Bi avabûna Rêveberiya Xweser têkoşîn mezintir bû. Hêzên leşkerî yên jin hat avakirin û gelek saziyên birêxistinkirina civakê hatin avakirin."
 
'Em ê têkoşîna azadiyê bidomînin'
 
Di axaftina xwe de Ferîdeyê da zanîn têkoşîna ku îro didin meşandin mîrateya 50 sal ji têkoşînê ye û wiha da domandin:"Têkoşîn û xebata ku îro jinê mezin kiriye mîrateya berxwedan û rêxistinbûna 50 salî ye. Ya ku bi keda nemiran, bi keda pakrewanên jin ava bû. Ev rêxistin û têkoşîn bû sedema daxwaza gelek jinan a nava tevgerê. Îro jî em şopdar û deyndarê ked û têkoşîna wan cangoriyan e. Em jî ji bo têkoşîna wan nemiran berxwedana xwe dewam dikin. Bi taybet ji bo mezinkirina Şoreşa Rojava çi ji destên me bê, em ê bikin. Em ê li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan bin."
 
'Bi berxwedana 19'ê Tîrmehê em ê xwe bigihînin tevahî jinan'
 
Di axaftina xwe de Ferîdeyê qala têkoşîna jinan a li hemberî terora herî mezin a di cîhanê de kir û wiha got:"Di nav Şoreşa Rojava de jinê mohra xwe li dîroka têkoşînê xist. Jinên kurd li hemberî DAÎŞ'ê li Kobanê û li Reqayê şerekî giran meşandin û bi ser ketin. DAÎŞ bi destê jinên kurd têk çû. Bi hêz û vîna jinê û bi berxwedana 19'ê Tîrmehê em ê xwe bigihînin tevahî jinan û Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bikin."
 
Tirsa hêzên navnetewî hem ji felsefeya rêbertî her wiha ji tekoşîn û hêza wê heye
 
Di axaftina xwe ya ber bi dawiyê ve Ferîdeyê da eşkerekirin ku heta roja îro ji bo têkbirina jinê û tekoşîna jinê her êrîş bi ser jinê de tê kirin û wiha got:"Têkoşîna jinan a di nava Şoreşa Rojava de li ser esasê projeya xweseriya demokratîk bilindtir dibû lê ev têkoşîn jî her bi êrîşan rû bi rû dimîne. Her wiha ev êrîş girêdayî komploya navneteweyî ya ku bi ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye meşandin e. Ev dide diyarkirin ku tirsa hêzên navneteweyî hem ji felsefeya Rêbertî her wiha ji têkoşîn û hêza jinê heye. Ji têkoşîna Bêrîtana li dijî îxaneta PDK'ê li berxe da, ditirsin. Her wiha ji têkoşîna pakrewan Arîn Mîrkan a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê çalakiya fedaî kir, ditirsin. Dîsa ji têkoşîna Avesta Xabûr û Barîn Kobanê ditirsin. Ev fedekariya van jinên têkoşer, bersiva herî mezin a li hemberî çete û dewleta tirk e. Her wiha ev bersiva li hemberî hemû dewletên ku daxwaza wan a yekem têkbirina projeya xweseriya demokratîk bû. Ev bersiva têkoşîna siyasetmedar Hevrîn Xelaf bû."
 
'Bi felsefeya Rêbertî em ê dawî li êrîşan bînin'
 
Di dawiyê de Ferîdeyê da zanîn ev hemû êrîşên ku bi ser wan de tên ji ber tirsa ji îradeya jina têkoşer e û got:" Êrişkar ji jina ku hêz û îradeya xwe ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan digire, ditirse. Loma her tim êrişî ked, destkeftiyên jinan dikin. Ev yek dide xuyakirin ku di şexsê jinê de Rêbertî jî dixin nava tecrîdeke girankirî lê belê bi carekê em dest ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bernadin. Ji ber ku Rêbertî bi giyanê xwe di nava me de dijî em ê bi felsefeya Rêbertî tekoşîna xwe xurtir bikin û li hemberî hemû cure êrîşan bibin bersiv."