ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2024'AN

  • 09:00 16 Tîrmeh 2024
  • Rojev
 
* Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Efrîn-Şehbayê Ferîde Îbo da zanîn bi Şoreşa Rojava re herikandina jinan a nava tevgera azadiyê zêdetir bû û got: "Bi Şoreşa Rojava re bêtir eşqa xwegihandina azadiyê pêş ket. Jin bi geşbûna Şoreşa Rojava re her carê têkoşîna xwe ya xwegihandina azadiyê mezintir dike. Ev yek bû sedem ku jin di her war û qadê de cihê xwe bigire." BI DÎMEN 
 
*Lola Estaque ya ji Fransayê, rêxistina xweser a jinan a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku ev rêxistin di azadiya jinê de amûrek girîng e û diyar kir ku ev rêxistin li Rojava ketiye jiyanê.
 
*Aysel Pûlat a ku ji bo piştgiriya aboriya malê berhemên ku bi destan li malê  çêdike û difiroşe got, "Em malbateke 5 kesî ne û dahata ku ez ji karê xwe bi dest dixim têra hewcedariya min nake." DÎMEN HEYE
 
* Hevberdevka ÎMO ya Şaxa Amedê Bêrîvan Yaşar ku der barê pêvajoya şewata li navçeyên Çinar û Şemrexê de nirxandinan kir, diyar kir ku AFAD'ê dereng herêma şewatê weke qada felaketê îlan kir û diyar kir ku pereyê ji bo zerara madî hatiye dayîn, dê têrê neke.