Zarokên hatin binçavkirin serbest berdan

  • 22:06 15 Tîrmeh 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Li gundê Newala Îsa Axa yê bi ser navçeya Cizîrê ve 4 zarok hatin binçavkirin. Zarokên ku hatin binçavkirin serbest hatin berdan.
 
Li gundê Newala Îsa Axa yê bi ser navçeya Cizîra Şirnexê ve zarokên bi navê Z.R. (9), D.R. (10), R.R. û M. R. (10) dema ku li qada mesîreyê dilîstin bi hinceta ku saetên avê jêkirine ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û wan li wesayita zirxî siwar kiribûn û birin qereqolê. Hate zanîn ku îfadeyên zarokan li qereqolê hatine girtin Û piştre hatine berdan.