Ji Dayikên Aştiyê ji bo 9 kesên hatin girtin bang

  • 16:04 15 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
ÊLIH - Meclisa Dayikên Aştiyê li gundê Bîlxşê bang kir û xwest ku 9 kesên di nav wan de 3 jin jî hene serbest bên berdan.
 
Li gundê Bilêxşê yê navçeya Kercews a Êlihê di kesên nexweş û pîr jî di nav de 9 kesên piştî operasyona leşkerî hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn berdan, li ser îtîraza dozger di 13’ê tîrmehê de hatibûn girtin. Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê têkildarî girtina 9 kesan li ber avahiya xwe ya Nûnertiya Meclisê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Zeynep Odûncû, Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn. 
 
Di daxuyaniya ku dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet” hatin berzkirin de endama Meclisa Dayikên Aştiyê Kamîle Şîmşek axivî. Kamîle ya bertek nîşanî girtina 9 kesan da, xwest ew bên berdan û wiha got: “Em ji bo sê dayikên hatine girtin edaletê dixwazin. Dixwazin bên berdan. Ne tenê ev dayik, em naxwazin li tu derê Kurdistan û Tirkiyeyê dayik bên girtin. Her sê dayikên me ewilî hatin berdan lê piştî sê rojan dîsa hatin binçavkirin û girtin.”
 
'Dayikan berdin'
 
Kamîle, diyar kir ku êriş li dijî têkoşîna dayikan e, dayik bi mehan di çalakiyan de ne û ji zarokên ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin agahiyê nagirin. Şîmşek, anî ziman ku weke dayikan daxwaza wan a edalet û aştiyê heye û wiha berdewam kir: “Heke bi Ocalan re hevdîtin bê kirin, dê li cîhanê aştî pêk were. Em dixwazin dayikên me yên hatine girtin jî demildest bên berdan.” 
 
Kamîle, bertek nîşanî operasyonên li Herêma Kurdistanê berdewam dikin da û wiha axivî: “Vî şerê bi hezaran cerdevanan, bi tankan û topan tê meşandin bi dawî bikin. Em bang li Barzanî jî dikin, şerm e, eyb e, guneh e, nebe şirîkê vî şerî, nebe sedemê şerê birakujiyê. Em naxwazin ne leşker, ne polîs ne jî zarokên me bimirin.”