Zarokên wesayîtê li wan da jiyana xwe ji dest dan

  • 15:12 15 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li navçeya Artukluyê wesayîtekê li 2 zarokan xist. Zarokên bi giranî birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest dan. 
 
Duh li ser Cadeya Valî Ozan a navçeya Artuklu ya Mêrdînê dema zarok Îbrahîm Halîl Bumanhan (10) û Irhan Kemal Duva (10) dixwestin ji payerêyê derbasî aliyê din bibin, wesayîta bi plakaya 34 JZ 0089 li wan da. Di qezayê de her du zarok bi giranî birîndar bûn. Li ser îxbara welatiyên li derdorê, polîs û komên tenduristiyê sewkî cihê bûyerê hatin kirin. 
 
Zarokên birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. 
 
Tevî mudaxileyê jî her du zarokan jiyana xwe ji dest dan.