Li Mûsilê hestiyên 139 kesan hatin dîtin

  • 11:26 15 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tileferê di gorek komî de hestiyên 139 kesên ku tê texmînkirin ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin hatin derxistin.
 
Di kolandina gora komî ya Elî Enter a li Til Eferê ya 70 km dikeve rojavayê Mûsilê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve weke goreke komî dihat bikaranîn, hestiyên 139 kesan hatin dîtin.
 
Nayê zanîn ka çend cenaze di gorê de hene, lê lêkolîn û lêgerîn berdewame. Li gorî agahiyên rayedaran ji medya Iraqê re ragihandî, hestî û bermayên 139 kesan ji gorê hatine derxistin.
 
Tê îdîakirin ku hestiyên ji gorê hatine derxistin, aîdê Êzîdî, Tirkmenên Şîe û karmendên hêzên ewlehiyê yên Mûsilê ne.