Li Torontoyê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

  • 11:15 15 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qada Dundasê ya li Torontoyê ji bo bîranîna şehîdên 14'ê Tîrmehê û şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin.
 
Di çalakiyê de Kurdan tevî dostên xwe yên li Kanadayê bi Îngilîzî û Kurdî daxuyanî dan û gotin, "Bicihbûna Tirkiyeyê bi tank û leşkerên xwe li Kurdistana Iraqê hewldaneke eşkere ya ji bo dagirkirina herêmê ye."
 
Di daxuyaniyê de işaret bi kiryarên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan jî hate kirin û xiyaneta PDK'ê jî hate şermezarkirin.