Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket

  • 09:34 15 Tîrmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 239’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Kî difiroşe, kî diparêze?” derket. Rojnameyê di vê hejmarê de bal kişand ser polîtîka PDK’ê ya li hember axa Başûr.
 
Rojnameya Xwebûn di vê hejmara xwe de li ser şerê li Başûr, hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re û têkoşîna PKK’ê ya li dijî êrişên Başûr rawestiya. Di rûpela Jinê de cih da gotara  Eylem Şoreş a ku balê dikişîne ser têkoşîna rojnamegerên ku di nava çapemeniya azad de cih digirin. 
 
Rojnameyê di rûpela Hevpeyvînê de cih da Şoreşa 19’ê Tîrmehê û encama wê. Di pevpeyvînê de Hevseroka Desteya Hiqûqê ya Rêveberiya Xweser Mizgîn Hasen bi berfirehî li ser şoreşê, encama şoreşê û rola jinan a di şoreşê de vedibêje. Rojnameyê di rûpela Rojevê de jî cih daye nirxandina Rojnameger Îkram Balekanî ya li ser helwesta PDK’ê û têkoşîna PKK’ê. 
 
Rojnameyê di rûpela Kirmanckî de bi sernavê “Sîlehşorê Seyîd Rizayî” li ser sîlahşoriya neviyê Seyîd Rizayî Şax Îsmaîlê Dogani jî radiweste.