'Em bi ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê têdikoşin'

  • 09:29 15 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Berxwedana zindana 14'ê Tîrmehê bi civînek hat bibîranîn jinan di civînê de têkildarî vê rojê axifîn û gotin: "Berxwedana wan a ku îro li Kantona Şehba didin berdewamkirin tevî hemî astengiyan koka xwe ji berxwedana zindana 14'ê Tîrmehê girtin e."
 
Li Kantona Efrîn-Şehba di bin dirûşmeya "Bijî berxwedana 14'ê Tîrmehê" berxwedana 14'ê Tîrmehê bi civînek ji aliyê Partiya Yekítiya Demokratîk (PYD) ve hat orgenîzkirin. Civîn li jêrzemîna Wargeha Serdem a girêdayî navçeya Ehdas hat li darxistin. Di civînê de endamên sazî û destgehên Kantonê amade bûn. 
 
Jinên ku beşdarî civînê bûn têkildarî vê rojê ji ajansa me re axifîn. 
 
42 sal in berxwedan didome
 
Endama Meclisa Gelan a Bakur Rojhilata Sûrî Fatme Lakto bal kişand ser roja 14'ê Tîrmehê û wiha pêde çû: "Kombûna me bi wesîleya salvegera berxwedana 14'ê Tîrmehê ye. Di vê rojê de em hemî pakrewanên berxwedana 14'ê Tîrmehê bi bîr tînin. Ev bû 42 sal, hîna serhildan û rihê şoreşgerî xwe dighîne lutkeya berxwedanê, ev yek jî bi taybet di çar perçeyên Kurdistanê de tê berdewam kirin."
 
'Berxwedan dîwarên girtîgehê hilweşand'
 
Di dewama axaftina xwe de Fatmeyê got ku 14'ê Tîrmehê rojek pir bi wate û girîng e û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ji bo me ev roj rojek xwedî bi wate û girîng e. Ev roj bû bingeha ku bi  carek mirov li ber hemberî koletiya heyî serî netewandin e. Ev bû sedema ku serhildanek ji bo rumeta xwe parastin kurdbûna xwe. Parastin derket pêş di hundir zindana Amedê de. Bi wê berxwedanê dîwarên wê girtîgehê hilweşandin. Asta xwe ye têkoşîn û berxwedanê hîn bilindtir kirin."
 
'Biryareke ne hêsan bû...' 
 
Fatmeyê da zanîn ku biryara birçîbûna heya mirinê ne biryarek wisa hêsan e û wiha got: "Di encama berxwedana bê hempa a ku di hundir zindana Amedê de hat kirin biryara rojî girtina heya mirinê hat standin. Ev jî ne biryarek wisa hêsan e. Ev biryar biryareke ji xwe baweriyê ye. Ev bawerî asta girêdan û hezkirina bi welat û axa wê re îfade dike. Her wiha hevalên di giravê de heta asta dawî dest ji berxwedana xwe bernedan heta ku gihaştin asta şehadetê. Îro jî me dest ji berdewama xeta wan pakrewanan berneda û hîna em dewam dikin."
 
'Sakîne Cansiz ruhê berxwedêr a jinan derxist'
 
Fatmeyê diyar kir ku Gelê Kurd dest ji şopandina riya pakrewanan berneda û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek Gelê Kurd bûn şopdarê rêya wan pakrewanan. Her wiha heya roja me ya îro bi hezaran keç û xortên me di oxira azadî û serfiraziyê canê xwe bê dudilî feda kirin. Hîna jî dikin her wiha em weke gelê Efrînê têkoşîna ku îro em li Şehbayê didin tevî hemî zor û zehmetiyan Ew ruhê têkoşîn û berxwedaniyê me ji berxwedana 14'ê Tîrmehê girtiye. Dîsa bi minetdarî em hemî pakrewanên berxwedana 14'ê Tîrmehê bi bîr tînin bi taybet pakrewan Sakîne Cansiz a ku bi berxwedana xwe di nava zindanê de ruhê jina berxwedêr derxist pêş."
 
'Berxwedana jiyan e' 
 
Ji Rêveberiya Mala Jin a Kantona Efrîn-Şehba Yesmîn Ebdullqadir, jî wiha behsa girîngiya berxwedana 14'ê Tîrmehê kir: "Em pakrewanên berxwedana 14'ê Tîrmehê berxwedana zindanan bi bîr tînin û bejna xwe li ber hemberî têkoşîna wan ditewînin. Îro berxwedana 14'ê Tîrmehê ji bo me bûye mînak. Em li ser wê esasê têkoşîna xwe bilind dikin û weke xeta azadiyê şopandina rêya wan ji  xwe re hildibjêrin bi gotina 'Berxwedan jiyan e' rojane berxwedana xwe bilindtir dikirin."
 
'Em ê azadiya Ocalan mîsoger bikin' 
 
Yesmîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Soza bilindkirina xeta têkoşîn û berxwedana li ser rêça pakrewana nû kir û got ku îro li ser rêya pakrewan Mazlum û Egîdan bi hezaran Egîd îro di oxira azadiyê de canê xwe feda dikin. Em jî weke gel îro li ser wê bingehê asta tekoşîna xwe bilind dikin heya ku em azadiya Abdullah Ocalan misoger bikin."