ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN

  • 09:00 15 Tîrmeh 2024
  • Rojev
 
* Ji Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Akademiya Kongra Star a bajarê Helebê Muna Kibik da zanîn Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Şoreşa Rojava, bû sedema pêşketina gelek qadan û wiha got:"Jinên kurd bi rêya Şoreşa Rojava di gelek qadan de xwe pêş xistin. Lê bi taybet di warê perwerdeyê û rêxistinbûyinê de têkoşîneke mezin didin. Bi Şoreşa Rojava re perwerde pêş ket." BI DÎMEN 
 
* Endamên Însiyatîfa Ji bo Jiyanê Qanûn, derbarê pêşnûme qanûna derbarê seyên kolanan de ku tê xwestin di bin navê ‘otenazî’ de bên qetilkirin axivîn û diyar kirin ku ne kuçik gumanbarên jin, zarok, sewalan ji bo kolanê ne bi xeter in. BI DÎMEN 
 
*Jinên ji bo hewcedariyên xwe çûn bazar û sûkê diyar kirin ku krîza aborî her diçe giran dibe û ji bazarê destvala vedigerin. Jinan wiha got: “Aborî wê baş nebe, wê her biçe wêran bibe. Ji ber rewş wê nîşan dide.” BI DÎMEN 
 
* Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut êrişên li hember başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê nirxand û got: “Hîna ku bedela vê giran nebûye divê demildest dest ji vê xeta îxanetê berdin. Dawiya vê xeta îxanetê wek tunelek tarî tê dîtin. Di vê tunela tarî de wê malbata Barzanî bifetise. Wê faşîzma ku dixwaze bikeve Kurdistanê di bin vê têkoşînê de bimîne.” BI DÎMEN 
 
*Berxwedana zindana 14'ê Tîrmehê bi civînek hat bi bîranîn jinan di civînê de têkildarî vê rojê axaftina xwe kirin û wiha dan zanîn ku "Berxwedana wan a ku îro li kantona Şehba didin berdewam kirin tevî hemî astengiyan koka xwe ji berxwedana zindana 14' ê Tîrmehê girtin e." BI DÎMEN