Rêxistinên ciwanan ji bo 33 rêwiyên xeyalê zincîra edeletê ava kirin

  • 22:17 14 Tîrmeh 2024
  • Rojane
STENBOL - Rêxistinên ciwanan ên têkildarî salvegera 9’emîn a Komkujiya Pirsûsê zincîra edaletê çêkirin, wiha gotin: “Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin.”
 
Rêxistinên ciwanan têkildarî salvegera 9’emîn a Komkujiya Pirsûsê bi dirûşmeya “Em di zincîra edaletê de li hev dicivin” li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê çalakî li dar xistin. Ciwanan di çalakiyê de piştî rêzgirtinê navên 33 rêwiyên xeyalan ên ku di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilkirin xwendin û gotin “li vir in”. 
 
Eda Koçak a daxuyanî da çapemeniyê bi bîr xist ku dema di sala 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bêhna xwe vekirin 33 rêwiyên xeyalan ji piştgiriya dewletê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin. Edayê  bal kişand ku ne komkujiya ewil e ku bi destê dewletê hatiye kirin û wiha got: “Me Komkujiyên Sêwaz, Dêrsim, Zîlan, kiryarên nediyar û gelekên din dîtin. Ligel van Komkujiya Pirsûsê ya hate kirin yek ji komkujiya herî bixwîn a ciwanan ku li ser vê axê hatiye kirine. Salvegera 9’emîn a Komkujiya Pirsûsê ye. Dema em ber bi 20’ê tîrmehê ve diçin, em îro di zincîra edaletê de li hev civiyan. Em dizanin ku yên ku 33 rêwiyên xeyalan qetilkirin yek ji kesên Berkîn Elvan qetil kiriye ye. Kesên ku Komkujiya Sêwazê pêk anîn û kesên Hasan Ocak di bin çavan de qetil kirin yek in.”
 
‘Feraset heman ferasete’
 
Edayê destnîşan kir ku feraseta ku Komkujiya Pirsûsê diparêze û feraseta ku qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê kiriye heman in û wiha domand: “Desthilata AKP’ê ya qeyûm tayînî Colemêrg û Wanê kir, di dema xebatên hilbijartina 2018’an de bibû sedemê mirina malbata Şenyaşar. Dewleta ku êrişên xwe yên li dijî gelê kurd didomîne, ji bo malbata Şenyaşar jî tam li dijî edaletê ye. Ji Pirsûsê heta îro, dewleta ku dema bombe diteqin guhên xwe digire, doza komployê li têkoşîna azadiyê ya gelê kurd vekir û bi sedan salan cezayê hefsê li dehan kesan birî. Di danişîna Doza Komkujiya Gara Enqereyê de ku ‘sûcekî li dijî mirovahiyê ye’ kursiyên bersûcan vala man, çeteyên DAIŞ’ê yên faîlên komkujiyê, dewleta ku pêşengtî ji komkujiyê re kir nehatin darizandin û hatin parastin.”
 
Banga ji bo bîranînê
 
Edayê bi lêv kir ku dê ji bo Pirsûsê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin û da zanîn ku di 20’ê tîrmehê de dê li ber Operaya Sureya ya Kadikoyê meşekê bidin destpêkirin û hemû beşên civakê vexwendin meşê. Koçak, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku xelekên nû li zincîra me ya edaletê neyên zêdekirin, em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin. Em ê di 20’ê tîrmehê de ji bo ku bêjin ‘Ji bo Pirsûsê edalet ji bo herkesê edalet’ em ê kolanên Kadikoyê dagirin.”
 
Piştî daxuyaniyê peyama malbata Berkîn Elvan ê hate qetilkirin hate xwendin. Malbatê di peyama xwe de destnîşan kir ku ev pergala dijminê xwezayê, mirovan, sewalan heta dawiyê naçe û wiha got: “Em kujerên 33 ciwanên xwe nas dikin. Kujerên zarokên me dewleta dest bi xwîn e. Ev desthilata ku avakirine helbet rojekê dê bi serê wan de were xwarê. Em ê bi hev re bin û mil bi mil bimeşin. Xeyalên 33 ciwanên me dê di têkoşîna me de bijîn. Em 33 rêwiyên xeyalan bi rêzdarî bi bîr tînin û we hemûyan bi hezkirin hembêz dikin.”