Di êrîşa li hember Eyn Îsayê de kesekî jiyana xwe ji dest da

  • 21:11 14 Tîrmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û komên girêdayî wê rêya M4’ê û herêmên çoltar ên Eyn Îsayê bombebaran kirin û welatiyek qetil kirin. 
 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Tirkiye û komên girêdayî wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişê rêya M4’ê û herêmên çoltar ên Eyn Îsayê kirin. 
 
Di encama bombebaranê de Xetab Remezan Seîd birîndar bû û welatiyê bi navê Xalid Rîda Hacî Ebdo jî jiyana xwe ji dest da.