Li Rihayê turnuvaya Gulîstan Doku dest pê kir

  • 21:09 14 Tîrmeh 2024
  • Rojane
RIHA - Li Rihayê, turnuvaya futbolê ya Meclîsa Ciawnan a DEM Partiyê dest pê kir.
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) l ise rnavê xwendekara zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ji ji 5’ê Çileyê 2020’an heta niha agahî jê nayê girtin turnuvaya futbolê da destpêkirin.Turnuva li Rihayê bi dirûşmeya ‘Lêxe ciwan li qadê ne’ start da û maça ewil hat  lîstin.
 
Maç li sahaya taxa Dîreklî ya navçeya Eyyubiye ya Rihayê hat lîstin. Ji tîmên jinan yên Roj û Mor Barîkat  bi meşaleyan û pankarta ‘em pêşengên têkoşînê dengê Gulîstanê ne’ ketin sahayê. Tîma Mor BArîkat 5 -4 bi ser ket.