Cenazeyên 2 ciwanên di gola Wanê de winda bûn hatin dîtin

  • 19:02 14 Tîrmeh 2024
  • Rojane
WAN - 3 ciwanên ku ji ber germê ketin golê winda bûn. Ji ciwanan cenazeyên Muslum Ulgen û Serhat Elçî hatin dîtin. 
 
Li Wanê ciwanên bi navê Muslum Ulgen, Serhat Elçî û Ramazan Babat ji ber germa bandora xwe li Wanê jî nîşan da nêzî Girava Çarpanak a li navçeya Tûşbayê ketin golê. Her sê ciwan piştî demekî kurt ku ketin golê ber bi avê ketin û winda bûn. Piştî ku kesên derdorê ciwanên ber bi avê ketin dîtin, Navenda Banga Lezgîn a 112’yê agahdar kirin. Li ser vê yekê tîmên îtfaiyeyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Ewlehiya Peravê, AFAD û polîsên behrê yên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Bajêr hatin herêmê. 
 
Tîman, bi kelek û botan xebatên lêgerînê dan destpêkirin, noqavan li herêma ku her 3 ciwan winda bûn heta 25 mîtroyan ketin binê golê. Di xebatan de her wiha Robotê Bin Avê yê Bêmirov (ROV) jî hate bikaranîn. Di encama xebatên lêgerînê de cenazeyên Muslum Ulgen û Serhat Elçî hatin dîtin, ji bo ku Ramazan Babat ê winda jî bê dîtin xebatên lêgerînê berdewam dikin.  
 
Cenazeyên Ulgen û Elçî ji bo karûbarên otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî (ATK).