TAJÊ serdana gorên komî yên Til Eferê kir

  • 14:39 14 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ, serdana gorên komî yê Kora Elî Enter a Til Eferê kir û kesên di fermana 74’an de hatine qetilkirin bi bîr anî.
 
Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran êzidî qetil kirin. Yek ji komkujiyên herî mezin li Kora Elî Enter a li nahiyeya Îyadiyê ya bi ser Til Eferê ve hat kirin. Bi hezaran êzidiyên Şengalê û Şiayên Til Eferê li vê derê bi komî hatin qetilkirin û binax kirin. Li gorî agahiyan nêzî hezar û 500-2 hezar cenaze di vê gora komî de hatine veşartin.
 
Bi nêzîkbûna 10’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya xebata xwe ya fermanê de, îro çû serdana gorên komî yê Kora Elî Enter a Til Eferê. Di serdena gorên komî de jinên êzidî diayan rojên fermanê û qurbaniyên xwe bi bîr anîn.
 
Di serdanê de endamên TAJÊ Nûrê Şengal û Emşê Korkorkî ji ajansa NûJINHA'yê re axivîn û qurbaniyan bi bîr anîn.
 
Nûrê Şengal diyar kir ku roja fermanê çeteyan bi sedan êzidî ji Şengalê anîne Til Eferê, wan qetil kirin û avêtine bîran û wiha got: “Em ji Şengalê hatina serdane gorên komî yên Til Eferê ku di fermanê de bi sedan êzidî li vir hatin qetilkirin. Dijminê me xwest bi fermanan me tune bikin lê em êzidî tu carî tune nabin. Em ê hîn bêtir li ber xwe bidin û têbikoşin. Dijmin niha dibêje di her dîtina gorên komî de dê bêhêz dibin lê em hîn bêtir bi hêz û qewîm dibin.”
 
Emşê Korkorkî jî ev tişt anî ziman: “Bi sedan kes di gorî komî ya li Kora Elî Enter de ne. Di vê gorê komî de ne tenê Êzidî, kesên civakên cuda jî hene. Ev deh sal in hestiyên qurbaniyan li van gorên komî ne û ev gorên komî hê nû hatin dîtin. Em gelê Êzidî tu carî bi fermanan xilas nabin û em ê her li ber xwe bidin. Tenê em dayik jî bimînin em ê her li ber xwe bidin û tola qurbaniyên xwe hilînin.”