9 kesên hatibûn berdan li îtîraza dozger hatin girtin

  • 21:44 13 Tîrmeh 2024
  • Rojane
ÊLIH - Li gundê Bilêxşê ya Kercewsê piştî operasyona hatibû binçavkirin 9 kes hatibûn binçavkirin û li ser îtîraza dozger hatin girtin. 
 
Li gundê Bilêxşê ya navçeya Kercews a Êlihê di 22’ê hezîranê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û 6 Tîrmehê de bidawî bibû. Bi rojan gund di bin dorpêçê de ma û bi ser gelek malan de hat girtin. 11 kes hatibûn derbkirin û binçavkirin. Piştre hatibûn berdan. Li ser îtîraza dozger 11 kes dîsa hatin binçavkirin.
 
Ji 11 kesî Emîne Kaya (54), Habîb Kaya (61), Îsa Gîtmez (60), Nedîm Kaya (62), Nezete Bolek (58), Sare Kaya (59), Yusuf Bolek (68),  Zubeyir Şimşek (41) û keya Murat Gelir (24) hatin girtin. Abdulcel3il Gîtmez û Yuksel Gîtmez bi şerta kontrola edlî hatin berdan.