Li Sîlopiyê mirina bi guman a jinekê

  • 18:20 13 Tîrmeh 2024
  • Rojane
ŞIRNEX- Li bajara Bespîn a Sîlopiyê jina bi navê Besna Otleş bi guman jiyana dest da. 
 
Li bajaroka Bespîn a Sîlopî ya Şirnexê bi navê Besna Otleş li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest da. Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê yên hatin mala wê tespît kirin ku Besnayê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeya rakirin morga nexweşxaneya dewletê ya Sîlopiyê û hat îdiakirin ku întîxar kiriye. Hat hînbûn ku Besna zewicandiye û sê zarokên wê hene.
 
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.