Di komxebata ‘jin û aboriyê’ de koperatîfî hat nîqaşkirin

  • 18:00 13 Tîrmeh 2024
  • Rojane
WAN - di komxebata ‘jin û aborî’ ya li Wanê pêk hat de, seroka meclîsa DTSO’yê Nevîn Îl, balkiand ser koperatîfî û hewldêriya jinê. Komxebat bi pêşniyarên çarserî û û zor û zehmetiyên li pêş koperatîfên jinan berdewam kir.
 
Li Wanê ji aliyê Koperatîfa Mala Jinan ve bi mijara ‘jin û aborî’ li Salona Konferansa Cumhur Keskîn a Baroya Wanê pêk hat.
 
Seroka Odeya Bazirganî û Sanayî ya Amedê (DTSO) Nevîn Îl di komxebatê de der barê hewldêriya jinê û koperatîfê de xivî û da zanîn ku rolên zayenda civakî pisgirêka hemû cîhanê ye û got: “Hewldêrî çiye? Em çawa digirin dest. Xebateke ku hemû kes di qada xwe de wek pispor tevli dibe ye. Ji ber jin ji derveyê îstîhdamê tên hiştin koperatîfê girînge. Ez 22 sale di qada aboriyê de dixebitim. Bi salane ji bo vê têdikoşim. Ji vî pasteyî para xwe girtin berpirsyariye. Em hewl didin di hilberînê de nêrîna jinê hebe.”
 
Piştî axaftinan komxebat bi pirs û bersivan berdewam kir.  Piştî pirs û bersivan roja ewil a komxebatê bidawî bû.  Komxebat wê sibê bidome.