Di 9'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de çalakiyên bîranînê

  • 12:13 13 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - 33 qurbaniyên ku li ser rêwîtiya xeyalan ji aliyê DAIŞ’ê ve li Pirsûsê hatin qetilkirin, dê bi rêzeçlakiyên cuda bên bibîranîn. 
 
DAIŞ’ê êrişî Kobanê kiribû û di encama berxwedanek bi heybet de DAIŞ ji Kobanê hatibû paqijkirin. Piştevaniya bo Kobanê berdewam dikir. Komek ciwanên sosyalist-çepgir jî li navçeya Pirsûsê ya Rihayê kom bûn û xwestin biçin Kobanê û pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin. Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de ciwan li hewşa Navenda Çandê ya Amara kom bûbûn. DAIŞ’ê li dijî ciwanan êrişa xwekuj-terorê pêk anî. Di êrişê de 33 ciwan hatin qetilkirin. Gelek ciwan jî birîndar bûn. Komkujî dikeve sala 9’an û wê ev qurbanî li gelek bajaran bên bibîranîn. 
 
Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê ji bo bîranîna 33 qûrbanî ango rêwiyên xeyalê dê bernameyên bîranînê li dar bixe. Di çarçoveya bernameyên bîranînê de dê belgefilma “Çûyîn-Gîtmek” li gelek bajaran bê pêşandan. 
 
Bernameyên ku belgefilm bê nîşandan wiha ne: 
 
* 13’ê tîrmehê saet 15.00’an Rêxistina DEM Partiyê ya Seyhana Edeneyê 
 
* 14’ê Tîrmehê saet 15.00’an nûnertiya ESP’ê ya navçeya Esenyûrta Stenbolê 
 
* 15’ê tîrmehê saet 19.00’an Kuçeya Başarili ya taxa Îstîklala Eskîşehîrê 
 
* 16’ê tîrmehê saet 18.00’an Eywana Şanoyê ya Ciwanan a Kulturpark – Îzmîr 
 
* 17’ê tîrmehê saet 21.00’an BEKSAV Kadikoy Stenbol 
 
Her wiha Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê dê ji bo bîranîna 33 qurbaniyan li navçeyên Başakşehîr, Arnavûtkoyê û Bahçelîevler ên Stenbolê û li Cemxaneya Yamanlar a Îzmîrê jî dê loqme belav bike.