Laura Castel: Tirkiye kêfa bêcezahiştinê dijî

  • 09:05 13 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Endama Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê Laora Castel, bêalîbûna li dijî tecrîdê rexne kir û got: “Li dijî binpêkirina maf û azadiyan bêalîbûn, tê wateya piştgirîdayîna gumanbar. Wisa xuyaye ku Tirkiye kêfa bêcezahiştinê dijî û tu bertekê jî nabîne.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê girtiye 40 mehe tu agahî jê nayê girtin 25 sale di bin tecrîdê de tê girtin. Bêdengiya saziyê navneteweyî û CPT’ê ya li dijî tecrîdê didome. Li dijî vê di 10’ê cotmeha 2023’yan de li seranserê cîhanê starta pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pisgirêka kurd re çareserî" hat destpêkirin û pêngav her diçe belav dibe.
 
Yek ji cihê ku tecrîda li Îmraliyê lê bû rojev Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê bû. Ji aliyê Tevgera Dostaniya Navbera Gelan a li dijî Nîjadperestiyê (MRAP) ve di çarçoveya Runiştinên Mafê Mirovan a 56’emîn Konseya Mafê Mirovana NY’ê de  ku ji 8’ê hezîranê dest pê kir û heta 12’yê Tîrmehê berdewam dike de tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat nirxandin.
 
Endama Meclîsa Parlamenter a Konseya Eworpayê û Senatora Katalan a endama Meclîsa Nûnerên Ispanyayê, Laura Castel Fort jî tevli konferansê bibû. Laura der barê xebatên wir û tecrîdê de axivî.
 
Lîsteya binpêkirinê ya Tirkiyeyê li NY’ê hat nîqaşkirin
 
Laurayê rojeva civînê nirxand û got bi dirêjahî li ser binpêkirinên mafüan yên Tirkiyeyê sekinîne û wiha got: “Yek ji mijara din ya civînê binpêkirinên mafan yên li Tirkiyeyê bûn. Min jî pêvajoya piştî pêvajoya çareseriyê vegot. Binpêkirinên mafan yên esas; ji kar avêtin, li mirovan ji heqereta li dijî serokomar lêpirsîn vekirin, girtin, binçavkirin, doza girtina HDP’ê, doza kumpasê ya Kobanê, cezayê hatine dayîn, tayînkirina qeyûman, ji peywirê girtin a şaredaran û  birîna ceza. Di bin gelek sernavan de axivîm. Li ser rola Konsya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî di pêvajoya aştiyê de sekinîm.”
 
‘Bêdengî tê wateya ku alîkariya gumanbaran’
 
Laurayê destnîşan kir ku bêdengî tê wateya piştgiriya sûcdaran û wiha domand: “Bêalîbûn tê wateya alîkariya gumanbaran. Min berê jî gotibû. Bêdengî tê wateya piştgiriyê. Li du devera cîhanê mînaka vê tecrîdê tuneye. Ev îşkenceye. Xuyaye ku Tirkiye kêfa bêcezahiştinê dijî û tu bertekê nabîne.”
 
‘9 caran serdan hatin kirin lê tiştek nehat guhertin’
 
Laurayê balkişan ser cotstandartiya ku CPT pêk tîne û got axuyaniya Azarbeycan û bêdengiya li dijî tecrîda Îmraliyê divê bê lêpirsînkirin û ev nirxandin kir: “CPT 9 caran çû serdana Îmraliyê lê tu tiştek neguherî.Wek mînaka Azerbeycanê de jî tê dîtin di vê mijarê de cotstandardî tê bikaranîn. Divê hesabê vê bê pirsîn. Baweriya bi rêxistinên navneteweyî di xetereyê de ye. Guman ji vê tuneye.”
 
‘Ji bo aştiyê divê tecrîd bê rakirin’
 
Laurayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şerta ewil aştiyê rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalane. Heta prisgirêka Kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe. Me ev tespît kiriye.  Ji bo ji nûve pêvajoya aştiyê bê destpêkirin divê tecrîd bê rakirin. Ji bo avakirina pêvajoya aştiyê divê destur bê dayîn ku Birêz Ocalan rola xwe bilîze.”