Şoreşa Rojava 12 salî ye

  • 09:04 13 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şoreşa Rojava-Şoreşa Jinê ya ku 12 sal berê li Kobanê dest pê kir, tevî hemû êrişan jî nîşan dide ku jiyaneke nû ji bo gelan pêkan e.
 
Dema salname 19’ê Tîrmeha 2012’yan nîşan da, çirûskeke ku li parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê hat pêxistin, weke Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Şoreşa Jinê an jî Şoreşa Rojava kete dîrokê. Piştî vê dîrokê, gelên li ser vê erdnegariyê dijîn, raya giştî ya cîhanê, jinên kurd û Gelê Kurd nas kirin û bihîstin, bûn şahidê têkoşîna wan û weke çavkaniya îlhamê dîtin.
 
Gel şahidiya Şoreşê, Berxwedana Serdemê, Berxwedana Rûmetê kir. Û dost û neyarên Gelê Kurd jî behsa têkçûna DAIŞê kirin. Şoreşa Rojava 12 sal li pey xwe hişt. Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê li Kobanê meclîsa gel rêveberiya bajar girt dest. Yanî çirûskê ewil yên şoreşê pêxistin. Piştî vê bajar, kantonên hatin îlankirin, rêveberiyên xweser, têkoşîn, destkeftî, xebatên avakirinê. Ji 19’ê Tîrmeha 2019’an heta niha li Rojava pêvajoyek şoreşê û jiyana alternatîf heye.
 
Netewperestiya Rejîma Baasê
 
Çawa hatin pêvajoya 19’ê Tîrmehê, beriya wê çi hebû? Rejîma Baas di 1963’yan de bi darbeyê hat desthilatdariyê û kurd wek xeter dît. Zext pêk anî. Bi Kemera Ereb cihên kurd lê dijiyan polîtîka erebkirinê pêk anî. Rejîma Baas netewperestî pêş xist. Ji bilî ereban hemû gel înkar kir. Hebûna gelan tune hesiband. Kurd hatin înkarkirin û heta 2011’an jî ev polîtîka berdewam kir. Bihara Ereban ya bi Tunus dest pê kir di sala 2011’ê de bandor li Sûriyeyê kir. Berxwedanên gel dest pê kir û bi zextên desthilatdariyê re tundî dest pê kir.
 
'Dixwazin çawa bijîn...'
 
Nûnerên Kurd ji bo Sûriyeyek demokratîk û ji bo pevçûn û şerê navxweyî bidawî bibe ketin hewldana mezin. Lê rejîmê li dijî vê helwesta tundiyê nîşan da. Li dijî vê helwestê kurd tedbîra xwe girt û der barê ‘dixwazin çawa bijîn’ de pêş ketin. Bi pêşengiya Partiya Yekitiya Demokratîk a Gelê Kurd (PYD) meclisên gel hatin rêxistinkirin û li şûna pevçûnan avakirina rêveberiyên xweser esas girt. Bi alternatîfa riya sêyemîn re pêvajoyek nû dest pê kir. Rêxistinbûn û parastina cewherî esas girtin. Li dijî rejîma Baas şoreşa 19’ê Tîrmehê wek alternatîf derket holê û Pêvajoya Rêveberiyên Xweser dest pê kir.
 
Esasgirtina îradeya gel
 
Li Kobanê reviya ewil ya 19’ê Tîrmehê hat pêxistin û îradeya gel esas hat girtin. Pêvajoya înkarkirina Gelê Kurd cihê xwe ji rewşa nû re hişt. Gel derbarê xwe de bû xwedî biryar. Xwe bi rêve bir. Çû azadiyê. Gel ji bo rêxistinbûna xwe xurt bike Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinan rêxistin kirin. Bi hezaran ciwan di vê rêxistinbûnê de cih girt.
 
Avakirina Yekîneyên Parastina Gel
 
Li Kobanê di 23’yê Sibata 2012’yan de Meclîsa Gel civîna rizgariyê pêk anî. Bi vê re ji bo avakirina jiyana komunal xebata rêxistibûnê hat destpêkirin. Jin û ciwanên hatibûn çewisandin xwe rêxistin kirin. Saziya Zimanê Kurdî hat vekirin. Perwerdehiya kurdî hat dayîn. Li Navenda Rêveberiya Krîzê ya Sûriyeyê di 19’ê mehê de teqînek mezin hat jiyîn. Gelek endamên rejîmê mirin. Artêşa Sûriyeya Azad dest danî ser gelek cihî. Gelê Kobanê beriya ku ew bigihêjin herêmê kurdan dest danîn ser saziyên rejîmê û xweserî îlan kirin. Yekîneyên Parastina Gel ava kirin. Hêzên Asayîşê hatin avakirin. Di bin Tevgera Civaka Demokratîk de  xwe rêxistin kirin.
 
Kobanê bû hedef
 
Îlankirina Rêveberiyên Xweser ji bo projeya jiyana nû ya kurdan girîng bû. Ji ber hemû gel û pêkhateyan di projeyê de cih digirt. Îlankirina rêveberiyên xweser pêşiya hevdîtinan vekir. Rêveberiyên Xweser bû mifteya çareseriyê. D 15’ê îlona 2014’an de rewşek nû pêk hat. Kobanê bû hedefa êrişan. DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe êrişê Kobanê kir. Bi vê êrişê xwestin Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji holê rakin. Bi berxwedana ku pêşengiya wê YPG û YPJ’ê kir êrişên DAIŞ’ê hatin çewisandin.
 
Roja Cîhanê ya Kobanê
 
Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê Kobanê, kurd û jinên kurd zêdetir dan nasîn. Bi şikandina êrişên DAIŞ’ê re 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê hat îlankirin. Pêvajoya bi Kobanê re dest pê kir îro hîna jî didomin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku xebatên avakirina Rêveberiyên Xweser a Demokratîk didome, êriş bê navber didomin. Tirkiyeyê êrişê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kir. Her wiha êrişê Bab, Ezaz û Cerablusê kir.
 
Di 12 salan de êrişên li hember pêvajoya şoreşê her tim hatin meşandin. Di van êrişan de bi taybet jinên pêşeng hedef hatin girtin. Di sala dawî de gelek jinên pêşeng di êrişên Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Herî dawî Hevseroka kantona Qamişlo Yusra Derwêş û cigira wê Lîman Siwêş hedef hatin girtin.
 
Lê tevî her tiştî çirûska li Kobanê hat pêxistin ji bo gelan nîşan dide ku jiyanek nû pêkane û biryara parastina şoreşê didome.