ROJEVA 13'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN

  • 09:00 13 Tîrmeh 2024
  • Rojev
 
* Şoreşa Rojava-Şoreşa Jinê ya ku 12 sal berê li Kobanê dest pê kir, tevî hemû êrişan jî nîşan dide ku jiyaneke nû ji bo gelan pêkan e.
 
* Endama Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê Laora Castel, bêalîbûna li dijî tecrîdê rexne kir û got: “Li dijî binpêkirina maf û azadiyan bêalîbûn, tê wateya piştgirîdayîna gumanbar. Wisa xuyaye ku Tirkiye kêfa bêcezahiştinê dijî û tu bertekê jî nabîne.” 
 
*Di şewata li gundê Herberê yê Çinarê de yek ji kesên ku jiyana xwe ji dest dabû Zekiye Erdenlî bû. Keça wê Yeter Oluk  derbraê şewtê de got: “Wê rojê ceryan hebûna, bi saya ava sondajan wê şewat bihata temirandin. Lê ceryan tunebû. Ceryan her tim qut dibû. Vê ceryanê xizmên me ji me girtin.” DÎMEN HEYE
 
*Sekretera ÎHD’a Colemêrgê civaknas Pinar Şen balkişan ser têkiliya fuhuş û hişbira di salên dawî de li Colemêrg û navçeyên wê zêde bûye û tiştên tên jiyîn wek "Polîtîka şer hatiye rewakirin" nirxand. BI DÎMÊN