Pervîn Buldan: Hûn nikarin ji bo gelê Kurd biryar û hiqûqek din pêk bînin

  • 19:31 12 Tîrmeh 2024
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrgê li dijî xespkirina îradeyê cara duyemîn çalakiya nobetê hat destpêkirin. Parlamentera DEM partiyê Pervîn Buldan di nobetê de axivî û got: “Hûn dikarin  hiqûq û biryarek cuda ji gelê Kurd re pêk bînin. Colemêrg wê serî netewîne.”
 
Rêxitsina DEM Partî ya Colemêrgê , encamên meclîsa şardariyê cara duyemîn çalakiya nobetê ya ‘ji îradeyê re rêzgirtin’ dan destpêkirin.Beriya nobetê endamên meclîsa şaredariya Colemêrgê daxuyaniyek dan. Parlamntera DEM Partiyê ya Wanê Prevîn Buldan, parlamenterê Colemêrgê Oznur Bartin, Yekitiya Tabîbên Tirk a Wan û Colemêrgê, KESK,DÎSK, ÎHD û gelek welatî tevli bûn.
 
Endamê meclîsa şaredariyê Necîp Coşkun ewil axivî û menta nelêrêtiyên qeyûm xwend. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku  di şîrketên şaredariyê de endam û rêveberên AKP û MHP’ê bêyî bên kar mûçe girtine û got wan ev kes anîne ser kar. Necîp her wiha ji bo bê bersivandin jî pirs pirs kirin.
 
Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Mehmet Şerîn Demîr jî axivî û got ji bo piştevaniyê hatine  Colemêrgê û got wê her tim li dijî qeyûman bin. 
 
Serokê Lijneya Rêveberiya TMMOB’ê Emîn Koramaz got ew wek mîmar û endezyar pêkanîna qeyûm şermezar dikin û divê hevşaredar demildest bê 
radestkirin.
 
Seroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak jî got AKP dijminê gelê ku wekheviyê dixwaze ye û daxuyand ku tu rewabûna AKP’ê nemaye.
 
Pervîn Buldan jî di dawiyê de axivî û balkişand ser qeyûmên ku sê demin tên tayînikrin û daxuyakirin ku qeyûman ji bo gel tu xizmet nekirine. Pervînê wiha vegot: “Hûn dikarin  hiqûq û biryarek cuda ji gelê Kurd re pêk bînin. Colemêrg wê serî netewîne. Gelê Kurd û dostên wan yên ligel wan tu carê wê vê qebûl nekin.”
 
Çalakiya nobetê di roja 7’an de endamên meclîsa şaredariya Gever û Tatos a Erziromê dewr girtin.