Şaredariya Yenîşehîrê şertê wekheviya jin û mêr îmze kir

  • 16:39 12 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Li Amedê hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag, Şertê Wekheviya Jin û Mêran a Ewropayê ya di Jiyana Herêmî de CEMR’ê îmze kir.
 
Li Şaredariya Yenîşehîrê ya ku yek ji şaredariyên navçeyên navendî ya Amedê ye, Şertê Wekheviya Jin û Mêr a Ewropayê ya di Jiyana Herêmî ya Konseya Şaredarî û Herêman a Ewropayê (CEMR) îmze kir. Xebatkarên şaredariyê jî beşdarî merasima îmzeyê ya ku bi beşdariya Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag hat lidarxistin bûn.
 
Şertê ku ji bo rêveberiyên xwecihî û herêmî yên li Ewropayê ji bo wekheviyeke mezintir ji bo welatiyên xwe bi kar bînin û bi avakirina hevkariyê pêk bînin, soz dihewîne, piştî ku hat xwendin ji aliyê Hevşaredar Safiye Akdag ve hat îmzekirin. Di şert a ku Komîteya Siyasetê ya Konseya Şaredarî û Herêman a Ewropayê di sala 2006’an pejirandî de, di sala 2022’yan de guhertin çêkir. Aliyên ku şert îmze kirine hevbîr in ku her xebatek were kirin li ser 6 prensîbên bingehîn ên ku hatine diyarkirin pêk tê. Sernavên 6 prensîbên bingehîn ên şert wiha ne:
 
“*Wekheviya jin û mêr mafeke bingehîn e
 
* Ji bo ku wekheviya jin û mêr bê mîsogerkirin, pêwîst e cudakariya curbecur û hevbirî û şêweyên wê yên kêmderfet bên destgirtin.
 
* Beşdarbûna hevseng a jin û mêr di pêvajoyên biryardayînê de ji bo civakeke demokratîk şertê sereke ye.
 
* Ji bo mîsogerkirina wekheviya jin û mêr, ji holêrakirina qalibên zayendî xwedî girîngiyeke mezin e.
 
* Beşdarkirina lênêrîna zayendî ya civakê ya di hemû çalakiyên rêveberiyên xwecihî û herêmî de ji bo pêşvebirina wekheviya jin û mêr pêwîst e.
 
* Planên çalakiyê û bernameyên ku li gorî armancê bi şêweyekî guncaw hatine çêkirin û fînansekirin, ji bo pêşvebirina wekheviya jin û mêr, rêbazên bingehîn in.”