Tulay Hatîmogullari: Destura Bingehîn a demokratîk mutabakata herî berfireh e

  • 20:09 11 Tîrmeh 2024
  • Rojane
HATAY- Hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di panela ‘komara demokratîk, destura bingehîn a demokratîk’ de axivî û got: “Xebata di çarçoveya 11 xalî de bê meşandin wê pêşiya pêvajoya amadekirina destura bingehîn a demokratîk ve bike. Destura Bingehîn a demokratîk  metna mutabakata herî  berfireh e.”
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di panela ‘komara demokratîk, destura bingehîn a demokratîk’ ya çarçoveya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Evvel Temmuz a Hatayê de axivî.
 
Tulayê da zanîn ku cîhan ji 2008’an heta niha di krîzeke giran a aborî re rû bir û ye û ev krîz krîza sermaye,burjuvaziyê ye. Tulayê daxuyakirin ku çîna dewlemend dixwaze xwe biparêze û ji bo vê jî hewce bi rejîmên otorîter zextxwir yên otorîter dibîne.
Tulayê da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê jî ji ber vê yekê ye ku 22 asle desthilatdare û got: “Dewlemend, komên sermayê yên mezin piştgiriyê didin AKP’ê. Ji ber vê AKP li ser piyan ma.Ji bo feraseta serdest, nîjadperest û neteweperet bê parastin pêvajoyeke siyasî ya xurt heye. Ev pêvajo heman demê de berdewamkirina şer û pevçûnan jî didomîne.”
 
AKP hegemonya dixwaze nikare ava bike
 
Tulayê di berdewamiyê de wih aanî ziman: “Em wek DEM partî dibêjin bila ji ya kêm kêm bac, ji yên zêde zêde bac bê girtin. Lê ew çi dikin teqawît mahkumê 10 hezar TL pere kirine. Li Tirkiyeyê 50 mîlyon mirov di bi sînorê xizanî û birçîbûnê de dijîn.  Mûçeyê asgarî 17 hezar TL ye. Gel mahkumê vê kirine.  Em dinêrin li welat di 20 saetan de 7 jin tên qetilkirin. Ev tê wateya ku ev desthilatdarî dijminê jinê ye û jinan naparêze. 9’emîn pakêta darazê niha tê nîqaşkirin. Lê AKP ji ber destkeftiyan nikare hegemonya xwe ava bike.  Perwerdehiyê ji zanistê dur dixin. Hewl didin bi bernameyên mufredatê perwerdê ji zanistê xur bixînin. Tespita siyasî gelek girînge.Ji bo muxalefetên şertên avêtina gavên xurt ava bûye. Divê muxalefet ji vir pêş bikeve û ev wê girîng û watedar be.”
 
Divê zemîn baş bê amadekirin
 
Tuluayê diyar kir ku ji bilî têkoşîna demokratîk rê û rêbaz tuneye û got hilbijartin bi tena serê xwe ne çarseriye û got: “Bêguman hilbijartina zû di rojevê deye. Me hî hewcedariya bi hilbijartinê anî ziman. Em di hişmendiya vê de ne. Lê divê zemînek baş bê amadekirin, amadekariyek baş bê kirin.” 
 
Em dikarin bi hev re guherînê pêk bînin
 
Tulayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Erdhej li welatê me pêk hat 11b ajar bi bandor bûn. Erdhej yek ji rojeva me ya herî girînge. Tevî 17 meh derbas bûn tu tiştek nehatiye kirin. Gel rezervê naxawze. Gel bi fikare. Gel dixwze bikevin xaniyên saxlem û baş. Min behsa 11 xalî kir.  Têkoşînek demokratîk ya ji van 10 xalan bên meşandin wê guherînek cidî bixwe re bîne. Em dikarin bi hev re guherînek cidî pêk bînin. Xebata di çarçoveya 11 xalî de bê meşandin wê pêşiya pêvajoya amadekirina destura bingehîn a demokratîk ve bike. Destura Bingehîn a demokratîk  metna mutabakata herî  berfireh e.”