OHD’ê li dijî tecrîda Îmrliyê serî li Baroya Stenbolê da

  • 17:39 11 Tîrmeh 2024
  • Rojane
STENBOL- OHD’ê ji ba Baroya Stenbolê li dijî tecrîda li Îmraliyê bikeve tevgerê serî li Baroya Stenbolê da.  Heseroka OHD’a Stenbolê Eda Onal piştî serlêdanê axivî û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û hemû baro vexwendiyê peywirê kir.
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş, serî li Baroya Stenbolê dan. Piştî serlêdanê li Baroya Stenbolê daxuyaniyek hat dayîn. Hevseroka OHD’ê Eda Onal li ser navê parêzeran axivî.
 
Bi dehan serlêdan bê bersivin
 
Edayê da zanîn ku ev 3 sale tu agahî ji girtîgeha Îmraliyê tuneye û ji 2015’an heta niha tevî serlêdanên ji bo girtiyên din Hamîlî Yidirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş tu agahî tuneye û parêzeran yek carê jî hevdîtin nekirin. Edayê da zanîn ku tu îzahata hiqûqî ya astengkirina mafê hevdîtinê  tuneye. Edayê da zanîn ku her kes tecrîdê baş dizane û got li holê ye ku tu mînaka vê li cîhanê tuneye.  Edayê balkişand ser tecrîda giran a li Îmraliyê û wiha domand: “Tecrîd di heman demê de tê wateya neçarseriya pirsgirêka Kurd. Li dij tecrîdê heta niha gelek hewldan hatin dayîn.  Kampanya û xebat hatin meşandin. Serlêdan ji bo CPT hat kirin. Lê hewldan bê bersiv man. Bersivek erênî nehatiye dayîn. Em li dijî tecrîdê Yektiya Baroyên Tirkiyeyê û hemû baroyan careke din vexwendiyê peywirê dikin.”