Şaredariya Rezanê bi gel re hevdîtin kir

  • 09:47 11 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
AMED -Hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk di çarçoveya amadekariyên plansaziya stratejîk a 5 salan de li Taxa 5'ê Nîsanê bi gel re hevdîtin kirin, li daxwaz û pêşniyarên gel guhdarî kirin û li gorî wê budçeya 2025’an amade kirin.
 
Hevşaredarên navçeya Rezanê ya Amedê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, ji bo guhdarîkirina daxwaz û pêşniyarên gel ên di çarçoveya amadekariyên plansaziya stratejîk a 5 salan de bikin û li gorî wê jî butçeya sala 2025’an amade bikin, bi gel re hevdîtin kirin. Gelek welatî, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên yekîneyan û xebatkar jî beşdarî civîna ku bi gel re hat lidarxistin a li Taxa 5'ê Nîsan hat lidarxistin bûn. Di civîna ku ji aliyê şêniyên taxê ve rastî eleqeyeke mezin hat, ji bo zarokan resmimandina rû û çalakiyên curbecur hatin lidarxistin û konsera muzîkê hat dayîn.
 
'Em ê bi hev re pirsgirêkan çareser bikin'
 
Hevşaredar Leyla Ayaz a ku destpêkê di çalakiyê de axivî, soza ku dane gel bi bîr xist û got ku dê bi gel re biryarê bidin û got, “Me civîna xwe ya yekemîn li Taxa 5'ê Nîsan pêk anî. Em dixwazin gelê me biaxive, ne em. Hûn pirsgirêkên taxê herî baş dizanin. Hûn ê  deng bidin û em ê bi hev re pirsgirêkan çareser bikin.
 
'Em hatin pirsgirêkên taxan bipirsin'
 
Hevserok Siraç Çelîk jî got, “Me soza ku em ê xizmeta gelê xwe bikin da. Me got em ê her tim bi we re bin. "Em ê li gorî daxwaz û hewcedariyên we yên ku hûn îro tînin ziman, planan çêbikin."
 
Piştî axaftinan li pirsgirêkên gel hat guhdarîkirin û not hatin girtin. Welatiyan bi taybetî ji bo ciwanan pirtûkxane û ji bo jinan jî qadên wele xwestin.