Li Licê agir bi daristanê ket

  • 16:31 10 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
AMED - Li çoltera gundê Helbeknê ya bi ser navçeya Licê ve ji nû ve şewat derket. 
 
Li çoltera gundê Helbeknê ya bi ser navçeya Licê ya Amedê ve 4 roj berê şewat derketibû û di encama mudaxileyê de hatibû temirandin. Bi hatina bayê re şewat dîsa derket û belav bû. 
 
Tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Licê û helîkoptera vemirandinê mudaxileyî şewatê dikin. Hat ragihandin ku şewat berdewam dike.