Li Kantona Cizîrê meşa li dijî tecrîdê

  • 15:15 10 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kantona Cizîrê gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiya.
 
Di çarçovaya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Adullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de gel li bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê daket qadan. Divê çarçoveyê de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
 
Endamên saziyên sivîl, partî û rûspiyên Ereb li pêşiya navenda Trafîkê ya rojhilatê bajarê Til Hemîsê kom bûn û li dijî tecrîdê meşiyan.
 
Li pêşiya Dozgeriya Giştî ya bajêr, mitingek hate lidarxistin. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid El Nayif axivî û got: "Sûcên hikumeta Erdogan ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî mîsaqên Meclisa Ewlehiyê û rêxistinên mafên mirovan in. Ji vir diyar dibe ku ew rêxistin û dewletên kapîtalîst, bi dewleta Tirk a dagirker re hevkar in."
 
Endama Kongra Star a bajêr, Mawiye El Hedîd jî diyar kir ku bi saya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan jin ji hikumetên desthilatdar rizgar bûne, zihniyeta baviksalariyê têk bir û di tevahî qadan de bû pêşeng.