Li kujerê Tubayê cezayê muebeta giran hat birîn

  • 12:02 10 Tîrmeh 2024
  • Hiqûq
 
 
ÊLIH - Di danişîna doza Murat Atîlgan ê ku par Tuba Ozel ku hev berdabûn qetil kir, dadgehê cezayê  muebbetê yê giran li kujer Murat Atilgan birî.
 
Danişîna biryarê ya doza Murat Atîlgan ê ku ji ber Tuba Ozel dest jê berdabû  di  2023'an de li Êlihê, qetil kir, duh li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin. Di danişînê de malbat û parêzerên Tûba, Navenda Mafên Jinan a Baroya Êlihê, kujer û parêzerê wî amade bûn. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û saziyên sivîl jî danişîn şopandin.
 
Di danişînê de dozger xwest kujer ji ber sûcê "kuştina bi qestî " bê cezakirin û girtina wî dewam bike.
 
Kujer û parêzerên xwe jî xwestin ceza bê kêmkirin.
 
Daxwaza ceza
 
Parêzerên Tubayê jî xwestin ku kuşer "Ji ber kuştina bi qestî" bê cezakirin.
 
Cezayê muebeta giran hat dayîn
 
Heyeta dadgehê xwest kujer "Ji ber kuştina bi qestî" bi cezayê muebeta giran bê cezakirin, ceza neyê kêmkirin û rewşa kuşer a girtî jî dewam bike.
 
'Divê têkoşîn bidome'
 
Piştî biryarê Navenda Mafên Jinan a Baroya Êlihê û kesên ku beşdarî danişînê bûn li ber edliyeyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Li ser navê navendê parêzer Ayşe Nur Demîr daxuyanî xwend. Ayşeyê danişînên ewil bi bîr xist. Ayşeyê diyar kir ku tevî têkoşîna jinan û rêxistinên jinan jî, îktîdara siyasî li dijî tundiya li ser jinê parastineke bi bandor nameşîne û got, “Kuştina jinan pirsgirêkeke civakî ye, ne ferdî ye. Li welatê ku di rojekê de 8 jin tên kuştin, zêdebûna kuştina jinan û tundiya li ser jinê encama polîtîkayên şaş e. Piştî her bûyera kuştin û tundiya li ser jinê, hişyarî tê kirin û piştre tê jibîrkirin. Em ê pêvajoya qanûnî bişopînin da ku pêvajoyên lêpirsînê yên hemû cînayetan bi awayekî bi bandor werin meşandin û sûcdar cezayên herî giran bigirin. Em careke din ji raya giştî re radigihînin ku heta her jinek li welatê me bigihêje îmkan parastinê ji mafên ku bi qanûnê hatine misogerkirin sûdê bigire û em ê ji bo vê têkoşîna xwe bidomînin.”