Di bûyera jinek tê de birîndar bû 6 kes binçav kirin

  • 15:56 9 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - Di bûyera ku du rojberê li taxa Cumhuriyetê ya Qoserê  Medîne K. ya seyarfroşî dikir  tê de birîdar bû 6 kes hatin binçavkirin.
 
Li taxa Cumhuriyetê ya Qoser a Mêrdînê di 7'ê Tîrmehê de Medîne K.(44) a seyarfroşî dikir di encama çekên ku di dawetê de hatin teqandin bi guleya ku lê ket birîndar bû. Medîne ya ku birîndar bû tendirustvanên hatin cihê bûyerê ew rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Hat diyarkirin ku rewşa wê ya tendirustiyê baş e.  
 
Têkildarî bûyerê 6 kes hatin binçavkirin. Di encama ku lêgerîna li malên kesên hatin binçavkirin hat kirin de derket holê ku çekên cuda cuda jî hatine dîtin û lêpirsîna 6 kesên ku hatine binçavkirin jî dewam dike.