Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn

  • 13:28 8 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber barana zêde li Wan, Erzirom, Mûş, Agirî û Qersê lehî rabûn. 
 
Li bajarên Wan, Erzirom, Mûş, Agirî û Qersê yên herêma Serhedê ji ber barana zêde lehî rabûn. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê şiliyê li Mûş, Erzirom, Xarpêt, Agirî, Ordû û Samsûnê bandor kiriye û gelek tîmên rizgarkirinê û 22 ambulans hatine wezîfedarkirin. 
 
Li gelek gundên herêma Serhedê ji ber baranê lehî rabûn û xesarê gihand mal û milkê welatiyan. Ji ber barana zêde li navçeya Ebexê ya Wanê, li navçeya Tekmanê ya Erziromê, li navçeya Milazgirê ya Mûşê, li navçeya Dutaxê ya Agiriyê û li navçeya Qamûşanê ya Qersê lehî rabûn û rê li ber xesar û ziyanan vekir. 
 
Li gundê Baxçe ya bi ser navçeya Milazgara Mûşê ve Nazar Karataş a ciwan û dayika xwe bi lehiyê re çûn. Nazar Karataş di lehiyê de jiyana xwe ji dest da û dayika wê xwe rizgar kir. 
 
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê daxuyanî da û ji bo tevdîrên şiliyê banga hişyariyê li Agirî, Çewlig, Erzîngan, Erzirom, Qers, Wan, Mûş, Erdexan, Gîresûn, Ordû, Samsûn, Trabzon û Baybûrtê kir.