Jinên li Îzmîrê: Em qeyûman nas nakin

  • 13:04 8 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku yek ji armanca qeyûman meşandina polîtîkayên desthilatdariya mêr a li her qadê ye û diyar kirin ku ew tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê qebûl nakin.
 
Rêxistinên jinan li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê piştî hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê, bi şîara "Jinên Îzmîrî qeyûmê naxwazin" li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xistin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Jinart Sanat, EGE TUHAYDER, (DEM Partî, Piştevaniya Mor, Pîrebokên Kampusê, OHD, Hiqûqnasên ji bo Edaletê, Tevgera Zanîngehên Azad, jinên TÎP'ê, jinên Halkevî, Ji SKH'ê jinan tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê jinan Sîbel Orkmez metna daxuyaniyê xwend.
 
Di daxuyaniyê de Sîbel bal kişand ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê û got: "Li aliyek destkeftiyên jinan xesp dikin û li aliyek jî aliyek jî bi wan polîtiyakan herêmê bi rêve dibin. 8 sal in li hemberî vîna Gelê Kurd û jinên kurd polîtîkayên dijminatiyê tê meşandin."
 
Sîbel, behsa ji holê rakirina xebatên şaredariyê yên derbarê çand, ziman û hunerê û wiha axivî: "Jinên ku bi zimanê xwe yê dayikê serî li saziyên şaredariyê didin û dikarin bi rihetî xwe îfade bikin. Lê hemû hatin girtin. Jinên ku di şaredariyê de xebatên jinan dida meşadin cihê wan hatin guhertin. Qadên ku ji bo jinan hatî veqetandin kirin kursên Kuranê, daîreyên zewicandinê û salonên sporê yên mêran. Stargehên girêdayî şaredariyan hatin girtin. Ev yek bû sedema neparastina jinên ku ji mirinê rizgar bûne. Broşurên ku zewacê teşwîq dikin hatin belavkirin."
 
Sîbel, destnîşan kir ku li dijî pergala hevserokatiyê û rêgeza wekheviyê êrişên pergalê her berdewam kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îktîda AKP'ê tehebûlê temsîliyeta jinan nake. Li hemberî jinan mêrên Hizbûllahî derxist pêş û xwest rê li ber jinan bigire. Xebatên şaredariyê yên wekî cihê cil şûştinê, kursên pîşeyî, aktîvîzeyên çand, huner û ziman, li dijî bêkariyê pêşxistina kooperatîfan, li dijî şîdetê avakirina torên têkoşînê, qadên ku jin bikarin xwe îfade bikin, belavkirina pedê ya bê pere, destûra reglê, derziya HPV'ê ya bêpere, sepandina Jinkartê hwd mînakên şaredariyên ji bo jinan tê pêşxistin e. Em biryarên qeyûman tune dihesibînin. Her wiha Viyan Tekçe ji hêla gel ve hatiye bijartin. Em vê yekê qebûl nakin. Ji Îzmîrê ber bi Colemêrgê ve em ê dengê xwe bilind bikin û serhildana xwe mezin bikin. Ji bo me Viyan Tekçe hevşaredara Colemêrgê ye."