Wê meşvanên 'Rêzgirtina ji îradeyê re' li Wanê bên pêşwazîkirin

  • 11:25 3 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Çalakvanên “Meşa ji Îradeyê re Rêzgirtin” ku li dijî qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê duh gihîştibûn Êlihê û ji vir ber bi Wanê ve derketin rê. 
 
DEM Partiyê ji Stenbolê û Îzmîrê “Meşa ji Îradeyê re Rêzgirtin” a li dijî qeyûmê tayînî ser Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin, dan destpêkirin, duh gihîşt Êlihê û meşvan bi girseyî hatibûn pêşwazîkirin. Meşvan li ber avahiya DEM Partiyê ya Êlihê kom bûn û ber bi Wanê ve derketin rê. Wê meşvan li Wanê bên pêşwazîkirin û meşa girseyî ji bo 6 rojan ber bi Colemêrgê ve bê destpêkirin. 
 
Di dema oxirkirina meşvanan de Hevsreoka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz axivî û peyama ew ê teqez bi ser kevin da û heta ew qeyûman ji Kurdistanê derxin dê li ber xwe bidin. 
 
Meşvan bi berzkirina dirûşman, lêdan çepikan û lîlandinê derketin rê.