Jinan dest bi Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê kirin

  • 14:02 29 Hezîran 2024
  • Rojane
 
WAN - Di encama hevdîtina ku bi Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, endamên meclîsê û midûriyeta jinan re pêk hat de xebatên Plana Stratejîk a 2025-2029’an hatin destpêkirin.
 
Xebatên amadekirina Plana Stratejîk a şaredariya Wanê, bi civîna çapemeniyê ya Hevşaredara Bajarê Mezin Neslîhan Şedal û endamên meclîsê Oznûr Evîn û Leyla Çelîk bi sazî û midûriyetên jinan re dest pê kir.
 
Di civînê de hat ragihandin ku dê stratejî û çalakiyên ku dê siberoja Wanê biafirînin bên diyarkirin û xebatên Plana Stratejîk a 2025-2029'an a Şaredariya Bajarê Mezin hatin destpêkirin. Di dema ku amadekariyên plansaziyê ji aliyê sekreteriya avakirî ve dihat kirin, civînên ewil jî hatin lidarxistin. Di çarçoveya plansaziya stratejîk a ku dê li ser bingehên beşdar, nûjen û domdar bê avakirin, lêkolînên anketê, civînên gel, hevdîtinên bi serokan re û civînên bi rêxistinên sivîl re dê bên organîzekirin. Di standên ku li sê nuqteyên cuda yên bajêr tên vekirin de dê nêrîn û pêşniyarên welatiyan bên girtin. Di vê çarçoveyê de wê bi jin, ciwan, zarok û astengdaran re hevdîtinên cuda bên lidarxistin. Di bin van hemû daneyan de wê di navbera 25-26’ê Tîrmeha 2024’an de komxebatek bê lidarxistin û nexşerêya Plana Stratejîk bê diyarkirin.
 
Dê dînamîkên giştî û bajarî tê de bin
 
Armanca lêkolînên plansaziya stratejî, ku tê de stratejiyên dema bê dê bên diyarkirin, zêdekirina kalîteya xizmetguzariyê ya ji gel re, misogerkirina razîbûna welatiyan, avakirina rêveberiyek zelal û berpirsiyar û misogerkirina beşdariyê ye. Plana Stratejîk a 2025-2029'an ku plansaziyên ji bo siberoja bajêr bi çareserkirina pirsgirêkên di warên cuda de bên diyarkirin, wê stratejiya rêveberiya şaredariyê bi gel re jî derxe holê.
 
Her wiha wê di vê çarçoveyê de anketên bi welatiyan ên rû bi rû bên çêkirin û wê civînên bi gel re bên lidarxistin. Her wiha wê bi rêxistinên civaka sîvîl û keyayan re jî civîn bên lidarxistin. 
 
Wê di 25-26'ê Tîrmehê de jî komxebat bê lidarxistin. Hat gotin tê xwestin bi fikrên gel bajar bê birêvebirin û hat gotin wê 24 saetan xizmet ji gel re bê kirin.