Çalakiya Xizmên Windayan: Hîzbûllah bi piştgiriya dewletê êriş kir

  • 13:46 29 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li Amedê ji bo Ramazan Yuce edalet xwestin û li Êlihê jî li aqûbeta Aydin Ay ê winda pirsîn. 
 
Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan li Amed û Êlihê wek her hefteyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin. 
 
Amed
 
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di hefteya 803’yemîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan û rêveber û endamên ÎHD’a Amedê tev li çalakiyê bûn û wêneyên qurbaniyan li erdê raxistin û hildan. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Ramazan Yuce 29’ê hezîrana 1992’yan ji Farqînê ji bo ezmûna lîseyê diçû Amedê û dema vedigeriya ji pişt ve ji aliyê kes û kesên çekdar ve hat qetilkirin, edalet hat xwestin. 
 
Rêberên kurdan ji ber têkoşîna kurdî hatin binçavkirin û windakirin
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku îro roja bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî ye û wiha got: “Gelek rêber û rêveberên kurdan ji ber têkoşîna kurdî hatin binçavkirin û windakirin. Me hê jî xwe negihandiye cenazeyên wan. Em hemû baş dizanin ku hatine qetilkirin. Tirkiye vê polîtîkaya xwe ji beriya avakirina komarê ve didomîne. Tirkiye hemû dosyeyên cînayetan bi demboriyê re rû bi rû dihêle. Dozger bêyî ku daxwazên me qebûl bikin, bi demboriyê re ser dosyeyan digirin. Dozger û dadgerên ku ser dosyeyan digirin û hekîmên ku raporên tiba edlî didin jî bi qasî kujeran sûcdar in. Tirkiye berpirsiyarên van sûcan e.” 
 
'Hîzbûllah bi piştgiriya dewletê êriş kir' 
 
Endamê ÎHD’ê Firat Akdenîz metna daxuyaniyê xwend û wiha got: “Ramazan Yuce zewicî û bavê 7 zarokan bû. Ew li Dibistana Herêmî ya Şevînê ya Farqînê wezîfedar bû. Ew piştî darbeya sala 1980’î gelek caran hatiye binçavkirin û di îşkenceyên giran re hatiye derbaskirin û hatiye berdan. Di navbera salên 1991-1997’an de li Farqînê gelek cînayetên faîl nediyar qewimîn. Rêxistina Hîzbûllahê desteka dewletê dabû pişt xwe û bi taybetî li navenda navçeyê gelek cînayetên faîl nediyar pêk anî. Yek ji kesên ku bû qurbanê van cînayetan jî Ramazan Yuce bû. 
 
'Em edaletê dixwazin'
 
Keça mezin a Ramazan Yuce jî di wê heyamê de di encama êrişa Hîzbullahê de bi giranî birîndar dibe û rizgar dibe. Malbat her tim bi gef û zextan re rû bi rû dimîne. Ramazan Yuce ji bo lîseyê ji derve de biqedîne tê Amedê dikeve ezmûnê. Şeveqê ji hevjîna xwe re dibêje, ‘vaye ez diçim lê min xewnên nexweş dîtin. Heke tiştek ji min bibe keça me ya destgirtî bila bizewice.’ Piştî dixwaze ji Amedê vegere Farqînê li Kuçeya Lalebey ji pişt ve bi êrişek çekdarî re rû bi rû dimîne û li wir jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê wî li navenda Farqînê tê veşartin. Merasîma cenazeyê Ramazan Yuce pir qerebalix derbas dibe. Hêzên tarî yên wê demê diçin êrişî merasîmê jî dikin. Ji wê rojê ve heta roja me ya îro bûyer wek faîl nediyar hatiye tomarkirin.”
 
Firat xwest ku kujer û berpirsiyar bên tespîtkirin, derxin pêşberî darazê û bê cezakirin û got: “Em ji bo Ramazan Yuce ê ku 32 sal berê li kuçeyek vî bajarê me hat qetilkirin, edaletê dixwazin.” 
 
Ji bo bîranîna Yuce û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û piştre çalakî bi dawî bû. 
 
Êlih
 
Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê bi heman armancê di hefteya 639’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” hat vekirin û xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan, rêveberên DBP’ê û DEM Partiyê li Êlihê tev li çalakiyê bûn. 
 
Rêveberê ÎHD’a Êlihê Sînan Îslam Gegîn di çalakiyê de axivî û diyar kir ku heta ew encamê jê bigirin dê li aqûbeta windayan bipirsin û banga pêkanîna edaletê kir. 
 
Sînan serpêhatiya Aydin Ay (27) ê ku di 10’ê tîrmeha 1993’yan de li taxa 19 Mayisê ya Êlihê hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin xwend û xwest aqûbeta Aydin were eşkerekirin û faîl bên darizandin. 
 
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
Colemêrg
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan li Kolana Sanat a navçeya Geverê hatin cem hev. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn, xizmên windayan, Dayikên Aştiyê, rêveberên Rêxistina Navçeyê ya Partiya DEM'ê jî amade bûn. 
 
Di çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û "Winda li ku ne?" pankart û wêneyên kesên ku ji aliyê kesên nediyar ve hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya hefteya 129'an de aqûbeta Mehmet Sîddik Baysal ê di 7'ê Hezîrana 1994'an de hat qetilkirin hat pirsîn.
 
Di çalakiya vê hefteyê de daxuyanî ji aliyê Sekretera Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Pinar Şen Zengîn ve hat xwendin. 
 
Pinar, anî ziman ku Mehmet Sîddik Baysal ê ku sewalkariyê dikir di 7'ê Hezîrana 1994'an de piştî ku ji malê derket agahî jê nayê girtin û wiha got: "Di navbera 4 rojan de ji Baysal agahî nehat girtin, malbat çûn herêmê û bi derfetên xwe dest bi pirsîna aqûbeta Baysal kirin. Di serlêdana malbata wî ya li midûriyeta polîsan de hat agahdarkirin ku kesê bi navê Mehmet Sîddik Baysal nehatiye binçavkirin, gundiyan diyar kirin ku li herêma Daglicayê operasyonek mezin hatiye lidarxistin. Li herêmê hat binçavkirin, bi wesayîteke leşkerî birin û careke din agahî jê nehat girtin."
 
'Di dosyayê de biryar hat girtin ku pêwîstî bi dozê nîne'
 
Pinar, diyar kir ku piştî 4 rojan kesekî bi malbatê re têkilî danî û diyar kir ku Mehmet Siddik Baysal li taxa Doskî ji aliyê leşkerên ku li taxa Doskî xebatên skaniyê dimeşînin ve hatiye binçavkirin û wiha got: “Di encama îşkenceya giran de jiyana xwe ji dest daye. Cesedê wî avêtin çala ku di hundirê qereqola Kamîşlî de hatibû vekirin. Li ser vê yekê malbata Baysal ji bo lêkolîneke berfireh li ser bûyerê û xebatên kolandinê yên li qereqola lêkolîn bê kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê da, lê dozgeriyê biryar da ku hewcedarî bi dozgeriyê nîne û hewl da dosya bê rakirin."
 
'Em bang li berpirsyaran dikin ku li ber sîstemeke adil bên darizandin'
 
Pinar, anî ziman ku ji bo pêşîgirtina li van bûyeran amûra herî girîng pêkanîna rêgezên hiqûqî ye û got, “Em li dijî kuştin û windakirina hezkiriyên xwe yên bi îşkenceyê bê pirs û lêpirsîn li ber xwe didin. Em ji vir bi rêya Mehmet Siddik Baysal careke din bang li rayedaran dikin. Em bang li dewlet û desthilatdarên wê dikin ku di nav sînorên qanûnî de bin, ji bo aqûbeta Mehmet Siddik Baysal ê ku hatiye qetilkirin di zûtirîn demê de were eşkerekirin, gavên berbiçav bavêjin û berpirsyaran bi pergalek heqîqî bên darizandin." got.