Serdema JINKART'ê li Amedê dest pê dike

  • 11:42 29 Hezîran 2024
  • Rojane
 
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo tevlîbûna jiyana civakî ya jinên ku dahata wan nîne, ji bo otobusên şaredariyê dest bi dewreya JINKART'ê dike.
 
Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo hêsankirina jiyana rojane ya jinên dahata wan nîne, gavek girîng avêt. Ji bo jin karibin tevlî jiyana civakî bibin, karên xwe yên rojane hêsan bikin û gihandina xebatên çand û hunerê hêsantir bikin pêvajoya JINKART'ê wê bê destpêkirin. 
 
90 siwarên belaş ên her meh
 
Ji bo sepanên wê di civîna meclisê ya hefteya duyem a tîrmehê de bên destgirtin, xebat hatin destpêkirin.  Şertên serîlêdanê piştî biryara meclîsê dê bên eşkerekirin. Jinên ku şert û mercên besbûniyê bi cih bînin dê karibin serî li navendên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar kirine bidin. Li gorî lêkolîna ku hatiye kirin, jinên ku hatina wan tune be, wê mafê wan hebe ku mehane 90 caran belaş li otobusên şaredariyê siwar bibin.
 
'Jin xizaniyeke kûr dijîn'
 
Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê Ozden Gurbuz Sumer der barê lêkolînê de agahî da û diyar kir ku xizanî û bêkarî pirsgirêkên herî girîng ên bajêr in û diyar kir ku jin xizaniyê kûrtir dibînin. Ozden da xuyakirin, ku beşeke girîng a jinên li bajêr dijîn, ji ber kêmasiyên aborî, ji tenduristiyê heta perwerdehiyê û tevlîbûna jiyana civakî di gihandina pêdiviyên bingehîn de pirsgirêkên mezin hene.
 
Bi JINKART'ê re ji bo çalakiyên çandî ji sedî 20 erzanî
 
Ozden, anî ziman ku JINKART tenê ji bo di wesayîtên çûnûhatinê yên gel de bê bikaranîn nayê dîzaynkirin û diyar kir ku jinên xwedî vê kartê dikarin ji sedî 20 erzaniyê li tesîsên civakî û çalakiyên çandî yên aîdî şaredariyê werbigirin, da ku karibin ji civakî û çandî sûdê werbigirin.