ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN

  • 09:00 29 Hezîran 2024
  • Rojev
 
* Zeynep Kinaci (Zîlan), 28 sal berê bû sembola berxwedana têkoşîna azadiya kurd û têkoşîna jinên kurd. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbarê çalakiya ku Zîlanê pêk anî de gotibû: “Bi çalakiya pêk anî ez derbas kirim. Ji vir şûnde ez ancax dikarim bibim mîlîtan û şopdara Zîlanê. PORTRE 
 
* Jinan diyar kirin ku hemû civak di bin êrişan de ne û gotin: “Deshtilatdariya AKP-MHP’ê  li ser hemû aliyên civakê hewl dide pratîka qeyûm bike pratîkê. Di vî alî de divê em di hewldana hevparbûna têkoşînê de bin.” BI DÎMEN 
 
*Li dijî qeyûmê ku tayînê şaredariya Colemêrgê hat kirin bernameya çalakiyan a bênavber a ‘li dijî îradeyê meşa rêzdariyê’ hat îlankirin. Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt da zanîn ku divê civak li dijî qeyûman refleksa xwe dane holê û bi taybet jî êrîş zêdetir li ser jinan e, divê herî zêde jin îtîraza xwe bilind bikin. BI DÎMEN