Li Qamişlo salvegera YRJ'ê hat pîrozkirin

  • 09:58 28 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 4'emîn salvegera avakirina YRJ`ê de li Qamişloyê şahiyek hat lidarxistin û peyama mezinkirina têkoşînê hat dayîn. 
 
Li Qamişloyê 4'emîn salvegera avakirina Yekitiya Ragihandina Jin bi şahiyek hat pîrozkirin. Bi dehan rojnamevanên jin ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya ragihandinê ya li bajarê Qamişlo kom bûn. 
 
Hola ku lê şahî hate orgenîzekirin wêneyên rojnamevanên jin ên pakrewan ji tevgera azadiyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) hatibûn daliqandin.
 
Piştî deqeya rêzgirtinê û pêşandana senvîzyona der barê pênasekirina YRJ`ê de, berdevka Yekitiya Ragihandina Jin YRJ`ê Arîn Siwêd axivî û di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên çapemeniyê di serî de rojnamevan Şevîn Bîngol bi bîr anî û diyar kir ku bi avakirina çapemeniya Kurdî heta niha 100 şehîdên rojnamevan li Kurdistanê û 28 şehîd li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di oxira derxistina heqîqetê û gihandina dengê şoreşê de jiyana xwe ji dest dan.
 
Arîn Siwêd da zanîn ku rojnamevanên jin bi pênûseke azad û bi sekina xwe ya li hemberî êrişên dagirkerî û desthildariyê xebateke pîroz didin meşandin û wiha pê de çû: “Her dem em ê deng û rengê şoreşa jin derxin. Di oxira vê rêyê de em ê her li ser soza xwe bin.”
 
Di şahiyê de televîzyona El Yewm peyama pîrozbahiyê şand û tabloyek weke diyarî pêşkêşî Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) kir.
 
Şahî bi govendê bi dawî bû.
 
Her wiha YRJ, bi boneya salvegera xwe ya 4’emîn daxuyaniyek niviskî da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
“Li Kurdistan û cihanê jinên rojnameger bi pênûs û kamareyên xwe rastî û hovitiya li dijî jin, civakê tê pêk anîn derdixîne holê. Yên vê rastiyê ji cihanê re radigihînin, heman demê qehremanî û pêşengiya jinên têkoşer jî heta vê kêliyê jî vedibêjin. Pergala netew-dewletê di serdemê de ji bo hebûna xwe mayîn de bike polîtîkayên şerên taybet ên talan, qirkirin, kuştin, parçekirin, dagirkeriyê û binpêkirina mafan wekî rêya xwelasiyê dibîne. Desthilatdariya yekdestî, nîjatperestî û rageşiyê di nava civakê de ava dike. Ev jî bi xwe re qeyran, şer û aloziyên kurevî tîne. Bingehê tevahî şeran jî ji holê rakirina hîmê civakê yê demokratîk e. Îro roj rojnamegerên azad li dijî her cure bipêkirin bi têkoşîn û bedeldayînê rastiyê radixîne ber çavan.
 
Nirxên civakî tên binpêkirin
 
Şerê cihanê yê sêyemîn xwe li ser hişmendiya zayendperestî bi rêxistin kiriye. Ev rastî di şerê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cihanê rû didin radixe ber çavan. Bedelê herî giran jî jin û zarok didin. Tevahî dezgehên ragihandina desthilatê bedena jinê wekî meta kirine, vîn û hebûna wê tune dikin. Li dijî pergala netew-dewletê, bi hişmendiya jina azad rêxistinkirina jin û civakê wê dawî li vê destilatê bîne û serkeftina xwe mîsoger bike. Çapemeniya azad li dijî vê desthilatdariyê dikare bibe kelehek li dijî hişmendiya mêr ku îro nirxên civakê binpê dike. Ev rastî di Kurdistanê de bi awayek şênber tê dîtin.
 
Ragihandina jina azad xwe li ser xeta Gurbetellî Ersoz û Sakîneyan bi rêxistin kir, bu cihê rûnîkirina rastî û bilindkirina têkoşînê. Ragihadina jina azad, di nava têkoşînek dijwar de li ber xwe dide. Li hember hovitiya pergala zayendperest dibe mewziyek xurt a heqîqetê.
 
Ji şoreşa azadiyê re pêşengtî
 
Bi çirûska şoreşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Suriyê re, jinan di nava refên têkoşînê de cih girtin. Yek ji van refan jî qada çapameniya azad bû. Jinan xwe di vê qadê de bi rêxistin kirin û xwestin bibin reng û dengê xwe. Bê ku gav paşde bi avêjin, bi pênûs û kamara xwe, pêşengtî ji şoreşa azadiyê re kirin. Agirî Yilmaz, Eylul Nûhilat, Nûjiyan Erhan, Dîlişan Îbîş, Deniz Firat,  Dilovan Gever di oxira heqîqetê de li hember hovîtiya DAIŞ û dagirkeriya dewleta Tirk  şer kirin, bûn sembola ked, fedekarî û fedayîtiya çapemeniya azad. Nameya wan rojnameger û têkoşeran ji me tevahî jinên rojnamevan re, bangeke ku me ber bi serbilindbûnê ve dikêşin. Armanc û hêviyên wan ew bû.
 
Dê bibin dengê heqîqetê
 
Bi vê bûneyê em vê rojê di serî de li şopdarê mezin ê heqîqetê Rêber Apo, rojnamevanên ku ji ber rastî derxistine holê ê li pey heqîqetê derketine û niha dîlgirtîn e û tevahî rojnamgeran pîroz dikin. Bang li tevahî jinan jinan dikin ku sistema xweparastin û rêxistinkirinê xurt bikin. Em tevahî jinan vedixwînin ku vê xeta pîroz a berxwedanê bilind bikin. Ancak bi derxistina heqîqetê wê civakek azad û demokratîk bê avakirin. Ji bo wê di serî de divê jinên rojnameger bibe dengê vê heqîqetê û ji bo derxistina wê têbikoşe.”